Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

'Tirkiye ji tirsa Rojavayê Kurdistanê, deriyên Başûr nagre'

Ji aliyê Nasir Elî 2-10-2017
Deriyê Sêmêlka
Deriyê Sêmêlka

Duhok (Rûdaw) Li sînorê parêzgeha Duhokê danûstandina bazirganiyê ya li gel weletên cîran berdewam dike. Di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de 3 derî û di navbera Başûr û Bakûrê Kuridstanê de jî 2 derî hene.


Çavkaniyên agahdar dibêjin, Tirkiye naxwaze deriyên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bibin berdêla deriyên Îbrahîm Xelîl û Serzêrê. Lewma zehmete, ku deriyê Îbrahîm Xelîl anku Xabûrê bi rûyê Kurdistanê de bigre.

 

Tirsa girtina deriyan

 

Piştî giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, berpirsên Tirkiyê û li ser hemûyan jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim daxuyaniyên tund dan û gotin: “Dê rêveberiya Bakûrê Iraqê baca giştpirsiya 25ê Îlonê bide.”

 

Hemwelatiyên Başûr û Bakûrê Kurdistanê li hember vê helwesta Tirkiyê nîgeran bûn, ku deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê were girtin, êdî Tirkiye rê nede petrola Kurdistanê bigihe bazarên cîhanê.

 

Tirkiye du caran zirar dike

 

Lê çavkaniyeke agahdar dibêje: “Heta niha ji bo girtina Deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê ti amajeyek nîne. Piştî giştpirsiyê jî hatinçûna ji derî zêdetir bûye.”

 

Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji Rûdawê re got: “Raste Deriyê Xabûrê ji bo Tirkiyê giring e lê yek jî sedema negirtina deriyan ew e, ku Tirkiye naxwaze deriyên Rojavayê Kurdistanê bibin berdêla deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê. Ji ber kue ger bazirganiya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de geşe bike, dê Tirkiye ji du aliyan ve zirar bike. Him dê derbeyê li aboriya xwe bide û him jî dê bibe sedema bihêzbûna Rojavayê Kurdistanê, ku ev herdu jî ne bi dilê Tirkiye ne.”

 

Piştî Almanya û Brîtanyayê, Herêma Kuridstanê hevbeşê herî mezin ê aborî û bazirganiya Tirkiyê ye. Giraniya vê hevbeşiyê jî li ser Deriyê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê ye. Li gorî datayan, sala borî bi bihayê 10 milyar dolaran alogora bazirganiyê ji vê deriyê re hatiye kirin.

 

Piştî giştpirsiyê Rêveberiya Gûmrigên Iraqê bi nivîsîneke nehênî biryar da dest dayne ser gûmrigên Herêma Kurdistanê û di nivîsînê de navê 41 karmendan hatibû nivîsandin, ku weke karmendên Deriyê Îbrahîm Xelîl dest bi kar bikin.

 

Lê Rêveberê Gûmriga Îbrahîm Xelîl Firset Îbrahîm derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Di karê me de ti guhertinek çênebûye, karên me weke berî dimeşin.”


Deriyên Rojavayê Kurdistanê alternatîf in 


Beriya niha Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinaredekarên Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re gotibû, ku Tirkiye sînorên xwe nagre. Eger bigre jî ew dikarin bi riya Rojavayê Kurdistanê kelûpelan hawirde û hinarde bikin.

 

Yek ji wan deriyên sînor ên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, Deriyê Xanesorê ye, ku dikeve navçeya Şingalê.

 

Rêveberê bajarokê Sinûnê Tayif Seydo ji Rûdawê re diyar kir: “Ev demeke Deriyê Xanesorê hatiye vekirin. Deriyeke bazirganiyê ye. Niha ji vê deriyê ajel, kelûpelên xwarinê û pêwîstiyên din tên hawirdekirin. Lê ji derî ve tiştek naçe Rojavayê Kurdistanê.”

 

Bi gotina Seydo, bi fermî danûstandin li gel derî tê kirin û herdu alî jî ji bazirganan gûmrigê werdigrin.

 

2611 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.578 seconds