Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Kosret Resûl ji Rûdawê re behsa jiyana xwe ya taybetî kir

Ji aliyê RÛDAW 2-10-2017
Kosret Resûl Elî di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de behsa jiyana xwe taybetî kir.
Kosret Resûl Elî di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de behsa jiyana xwe taybetî kir.

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê  Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Kosret Resûl Elî di hevpeyvîneke taybet de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, dûr ji siyasetê derbarê jiyana xwe ya taybetî de bersiva çend pirsyarên Rûdawê dide.

 

Di vê hevpeyvîna kurt de, Kosret Resûl Elî behsa wê yekê dike, ku eger ew siyasetvan an pêşmerge nebûya, dê karê parêzeriyê bikiriba. Herwiha behsa hez û hêviyên xwe û çend aliyên jiyana xwe ya taybetî jî dike.

 

Rûdaw: Eger tu pêşmerge û siyasetvan nebûyayî, ted ê çi pîşeyek hilbijartiba?

 

Kosret Resûl: Min hez dikir ku parêzer bim, daku berevaniyê li mafên xelkê bikim.

 

Tu hez ji dengê kîjan stranbêjî dikî?

 

Tehsîn Teha û Hesen Zîrek

 

Te keyf bi çi werzişekê tê, tu hander û alîgirê kîjan tîmê yî?

 

Ez hez ji futbolê dikim, alîgirê tîma Manchester United im, ew jî li ber Derbaz û Şakêw

 

Kîjan cih li gorî te xweştirîn cih e?

 

Li Kurdistanê Dukan, li cîhanê jî Îtalya.

 

Tu hez ji çi cure xwarinekê dikî?

 

Ez hemû cureyên xwarinên kurdewarî dixwim.

 

Ji bilî Mam Celal, tu hez ji gotinên pêkenok ên kê/î dikî?

 

Gotinên pêkenok ên Kemal Şakir.

 

Gotinên dilê xwe li cem kî dibêjî?

 

Hinek caran ez gotinên dilê xwe ji kesî re nabêjim.

 

Tu hez dikî bi navê Bavê Rênas gazî te bikin an jî her naveke din?

 

Tu ciyawaziyek nîne ku bi her navekê gazî min bikin.

 

Zehmettirîn êş ku te di jiyana xwe de dîtibe, çî ye?

 

Êşkence û êşa zîndanên Beisê di sala 1977ê de.

 

Rêbazê kurê te li cem te çi wateyek heye?

 

Ku tê bîra min dilê min dişewite.

 

Tu çi nesîhetekê bi berdewamî tînî bîra zarokên xwe?

 

Ximzeta xelkê xwe bikin û wefadar bin bo Kurd, xwe dûr bigirin ji her tiştê ku bandoreke xirab bike li ser nav û dengê we.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-16 9:49:02 PM
Bi Xwedê ez nizanim çi bibêjim! Divê Pavel Talibanî û Hero-Xanê li Kerkukê li pêş Çavê Cemawirê li Sêdarê bidin! Ez ta niha jî bawer nakim çi bi Serê...
lolozano | 2017-10-17 11:35:00 AM
Li dema Serokê Herêma Kurdistanê mizgînî da Miletê xwe yê Kurd gazî kir dot,dengên xwe,vê carê ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin qedera xwe,bi...
Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
| 23 demjimêr berê | (2)
Ali As | 2017-10-17 9:45:43 AM
Bijî xelkê êzîdî
Sererkanê berî yê Iraqê: Barzanî got bila Şingalî biryara xwe bidin
| 10 demjimêr berê | (1)
sercan | 2017-10-17 8:32:17 AM
We her derê wala kirîye û h^z^n peşmerge paşve keşaye bila BaşîkÊ jî wala bikin ku hêzên tirk û Iraqê bi hev re şer bikin.. Hezar caran mixabin ku...
Pêşmerge ji Başîkê venekişiyaye
| 12 demjimêr berê | (1)
xebat | 2017-10-17 8:30:29 AM
Birevin bave min birevin û dema qamerayeki bibinin pesna bidin xwe...xwade belaxwe bide neyar û xain û tirsoneka, we dilemin kurden welatparez und...
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
| 13 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.203 seconds