Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Zêbarî: Herêma Kurdistanê êrîşên ji axa xwe ve qebûl nake

Ji aliyê RÛDAW 3-2-2019
Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî, wêne: Rûdaw / Arşîv
Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî, wêne: Rûdaw / Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, ku ew rê nade axa Herêma Kurdistanê bo destdirêjî û êrîşa li ser ti welatekî were bikaranîn û lêkolînên wan jî li ser bûyera Şêladizê berdewam in.

 

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî ragihand, di çend salên derbasbûyî de topbarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bûye sedem ku xelkê sivîl ên wan navçeyan bibin qurbanî û naçar bibin dest ji mal û halên xwe berdin.

 

Dîndar Zêbarî got, herwiha di salên bihorî de ji ber êrîşên bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi sedan kes ji xelkê gundên ser sînor şehîd û birîndar bûne.

 

Zêbarî eşkere kir, ku helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal e û nabe êdî welatiyên Herêma Kurdistanê bibin qurbaniyê hevrikyên welatan û ew rê nadin, ku axa Herêma Kurdistanê bo destdirêjî û êrîşa li ser ti welatekî were bikaranîn.

 

Wî berpirsê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji saziyên ragihandinê jî kir, ku berovajî yasayên karpêkirî yên Herêma Kurdistanê serederiyê li gel bûyeran nekin û rûmala wan a ji bo bûyeran, bo gihandina rastiyan be.

 

Derbarê ziyanên topbaranan de jî, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, 360 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirin û li navçeya Sîdekanê jî ji ber berdewamiya şer û pevçûnên navbera PKKê û Tirkiyê, wan nekariye zêdetirî 100 gundên nahiya Sîdekan avedan bikin.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.61 seconds