Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Partiyên Kurdî amade ne bi hikûmeta Sûriyê re danûstandinan bikin

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Rûdaw

Qamişlo (Rûdaw) - Daxuyaniya Wezȋrȇ Derve yȇ Sȗriyȇ Welȋl El - Muelim karvedanȇn cur bi cur bi xwe re anȋn û piraniya partiyên li Rojavayê Kurdistanê jî radigihînin ew amadene bi hikûmeta Sûriyê re danûstanan pêk bînin.

 

Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûelim ku gotibû,  ew amade ne piştî şerê DAIŞê danûstandinê li ser rêveberiyê bi Kurdan re bikin, bû sedema dilgiraniyan beşek ji dijbereya Sûriyê.

 

Niha ji her demê zêdetir êdî dengê dijbereya Sûriyê li dijî mafên Kurdan bilind dibe.

 

Kurdên Rojavayê Kurdistanê di derbarê wê daxuyaniya El Muelim de, xwediyê nêrînên cuda ne.

 

Serkirdeyekȋ Rȇvebeeriya Xweser dibêje dema sȋstema rȇveberiyȇ çȗ ȗ niha ew federalȋzmȇ li Sȗriyȇ dixwazin. ENKSȇ jȋ li dijȋ hin kesayetiyȇn dijbereya Sûriyê derdikeve ȗ wan weke nijadperest bi nav dike.

 

Hevbediya Niştimanȋ jȋ dibȇje ew amade ne danȗstunadinȇ bi hikûmeta Sûriyê re bikin lȇ di bin garantiyeke navdewletȋ de. Partiya Pȇşverȗ jȋ ku Hemîd Hecî Derwêş serokatiya wê dike, ji partiyȇn Kurdȋ dixwaze xwe ji bo danȗstandinȇ li gel rȇjȋmȇ amade bikin. 

 

Sekreterȇ Partiya Çepa Kurd Mihemed Mȗsȇ got eger hikûmeta Sûriyê cidî ye bila li ser federalîzma Bakurê Sûriyê danûstandinê bike.

 

Endamê Emȋndariya ENKSȇ Emȋn Husam li dijî helwestên dijbereya Sûriyê derbarê mafê Kurdan derket û got, tevî ku kesayetiyên nijadperest di nav dijbereyê de hene, lê hin kes jî ligel mafê Kurdan in.

 

Sekreterȇ Partiya Çepa Demokrat Salih Gedo jî eşkere dike ku dijbereya Sûriya ajandayên Tirkiyê bicî dike û daxwaza garentiyên navdewletî bo mafê Kurdan dike.

 

Serkirdeyȇ Partiya Pȇşverȗ Faris Osman jî ligel wê yekê ye, Kurd ji bo danûstandoina bi hikumeta Sûriyê amade be, ji ber bi gotina serkirdeyekî Pêşverû, dijbereya Sûrî  îtîraf bi mafê Kurdan nake.

 

Di destpêka kirîza Sûriyê serokê wî welatî Beşar Esed tevgera siyasî ya Kurd ji bo Şamê vexwend, lê hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê vexwendina Esed red kirin, lê niha hin partî dibêjin, ku wê demê biryara wan şaş bû û niha ew bedela wê didin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.563 seconds