Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ji Erdogan peyama sersaxiyê

Ji aliyê Rûdaw 3-10-2017
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendî bi malbata Celal Talebanî kir û ji ber wefata wî sersaxî ji wan re xwast.

 

Erdogan di pêwendiyeke telefonî de li gel hevjîna Celal Telbanî, Hêro Îbrahîm Ehmed û kurê wî Qubad Talebanî ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye, ji ber wefata Mam Celal Talebanî serxsweşî li wan kir.

 

Îro sêşemî serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku meha bihorî (Îlon) bo çareseriya pizîşkî çûbû Almanyayê, li nexweşxaneyeke wî welatî koça dawî kir.

 

Îro berî nîvro hatibû ragihandin, ku rewşa tendirustiya Talebanî xirab bûye û ketiye komayê û pizîşkan ew xistine bin çavdêriya tund a pizîşkî.

 

Piştî nîvro ji nav nexweşxaneyê ve xanyarî kete destê Tora Medyayî ya Rûdawê, ku Celal Talebanî canê xwe ji dest daye û koça dawî kiriye.

 

berî nîvro rewşa tendirustiya Mam Celal têk çûbû û ketibû rewşa komayê û ji ber wê pizîşkan ew xistibûn bin çavêdriyeke tund a pizîşkî.

 

Piştî nîvro jî îdiaya koça dawî ya Celal Talebanî belav bibû, lê belê çavkaniyekê ji mala Talebanî ew agahî red kiribû, lê piştrats kiribû ku rewşa wî ya tendirustiyê xirab e.

 

Serêvariya îro Tora Medyayî ya Rûdawê ji nava nexweşxaneyê zanyarî bi dest xist, ku Talebanî koça dawî kiriye û piştre bi fermî ew nûçe hat piştrastkirin.

909 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.515 seconds