Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Berpirsên Iraqê li ser wefata Talebanî peyamên sersaxiyê dan

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Ala Iraqê
Ala Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber koça dawî ya Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, berpirsên hikûmeta Iraqê û serkirdeyên siyasî yên iraqî payemên serxweşiyê belav kirin.

 

 

Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.

 

Bi boneya wefata Celal Talebanî, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Fraksyona Dewleta Qanûnê Elî Edîb peyamên sersaxiyê dan.

 

Serokwezîr Heyder Ebadî jî di peyamekê de ragihand: “Bi boneya koça dawî ya Celal Talebanî ez serxweşiyê li gelê Iraqê bi giştî û gelê Kurd dikim.”

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî jî di peyama xwe de dibêje: “Koça dawî ya Talebanî zirar e bow ê rewşa dijwar ku bakurê Iraqê tê re derbas dibe.”

 

Herwiha Serokê Fraksyona Dewleta Yasayê Elî Edîb jî ji ber koça dawî ya Celal Talebanî serxweşî li gelê Iraqê kir.

 

Elî Edîb di peyama xwe de ragihand: “Bi xemgîniyeke zêde ve me nûçeya wefata birêz Celal Talebanî rehma xwedê lê be, bihîst, piştî ku bi temenekê dirêj li dijî dîktatoriyê berxwedan kir.”

 

Edîb dibêje, ku Celal Talebanî piştî rûxana dîktatoriyê jî pişkek mezin di avakirina iraqa nû de hebû.

 

Edîb herwiha ragihandiye, ku serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî roleke mezin di siyaseta Iraqê piştî nema rejîma Beid de hebû û dide xuyakirin, ku ew garantiya Iraqê û parêzerê yekîtiya Iraqê û pêkhateyên wê bû.

 

Elî Edîb serxweşiyê li gelê Iraqê û gelê Kurd û malbat û dostên Talebanî jî dike.

Nîşankirin : Celal Talebanî, Iraq, YNK
708 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.407 seconds