Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî li Kurdistanê heftiyek şîna giştî ragihand

Ji aliyê RÛDAW 3-10-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber wefata Celal Talebanî peyama serxweşiyê da.

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke televizyonî de ji ber wefata Celal Talebanî, hefteyek şîna giştî li Kurdistanê ragihand.
 
 
Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.
 
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Mam Celal Talebanî ji gelê Kurdistanê re peyameke televîzyonî pêşkêş kir.
 
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de xemgîniya kûr a xwe li hember koça dawî ya serkirdeyê Kurdistanê û hevalê xwe yê dêrîn anî ziman û serxweşî li tevahiya gelê Kurdistanê, malbata wî, hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed û her du kurên wî Bavil û Qubad Talebanî kir.

Barzanî got: ''Di vê roja xembar de pirse û serxweşiyê li malbata Talebanî û bi taybet Hêro Xan û kek Bavil û kek Qubad dikim û em bi dil hevbeşê xema wan in.''
 
Serok Barzanî herwiha di peyama xwe ya îşev de got,''ji destdana serkirdeyekî mezin weke Mam Celal zirareke mezin e bo gelê Kurdistanê.''

Barzanî diyar kir: ''Ji dest dana serkirdeyekî weke Mam Celal, zirarekî mezin e bo gelê me û bi hêsanî (cihê wî) nayê tijîkirin. Ez serxweşiyê li hemû gelê Kurdistanê û birayên serkirdatî û endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim û daxwaz ji Xwedayê mezin dikin ku rihê birayê min ê birêz Mam Celal bi beheşta ferah şad bike.''

Barzanî diyar kir, ku wî heval û bira û piştevanekî xwe yê dêrîn û bihzê ji dest da û tekez kir: ''Cihê şanaziyê ye ku me herduyan pêkve li gel birayên din karî gelek astengî û giriftan li ser rêya xebat û têkoşîna xwe rakin û herwiha me gelek qonaxên tal û nexweş derbas kirin. Şanazî ye ku gelek ji destkevtên îro vedigerin bo wê tifaq û biratiya ku me pêkve xîmê wê danî.''

Mesûd Barzanî herwiha di peyama xwe de yekrêzî weke baştirîn wefa bo Mam Celal bi nav kir û got: ''Niha jî baştirîn wefa bo rihê birayê birêz Mam Celal û rihê hemû şehîdên rêya rzigariya gelê me ev e ku em yekrêziya xwe xurt û bihêztir bikin û her bi wê jî em dikarin bigihin wê armanca pîroz ku serkirdeyên me û hezaran şehîdên me ji bo wê canê xwe bexşîn.''

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha ji ber koça dawî ya Talebanî şîna giştî ragihand û diyar kir: ''Her bi vê minasibeta xembar em heftiyekê şîna giştî radigihînin.''

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 4-10-2017
Rêz û Silavên min ji Xwedê jê razî Celal heye û ev Nêrîna min li vir pêywendî bi Xwedê jê razî nîye, lê bi Hizra min 1-Heftî Şîna-Giştî Karek xelete! Wate 1-Heftî li Welat Roja bêhnvedane, Dibistan û Xwendingeh girtî ne, Îdare girtî ne, Zanîngeh girtî ne û gelek Dezgehên din! Ev hemû Zirar li Aborîya Welat-, Zirar li Xwendinê û bi giştî Zirar li Herêma Kurdistanê dide û Sebeba qelebalixîya Îdareyan piştî vekirinê dibe.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
2742 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| Duh vî demî 10:18 | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| Duh vî demî 10:39 | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 22-10-2017 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| Duh vî demî 12:17 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.469 seconds