Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Di sersala 2019 de 150 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 4-1-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di serê sala 2019an de, 136 hezar geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine.

 

Berdevkê Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rûstî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ji bo beşdarbûna şahiyên serê salê û herwiha derbaskirina demeke xweş, di dema serê salê de 136 hezar geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine.

 

Nadir Rostî diyar kir, ku li gorî serê sala derbasbûyî rêjeya hatina geştiyaran bo Herêma Kurdistanê %152 bilind bûye.

 

Bi gotina Nadir Rostî, di sersala 2017-2018an de tenê 54 hezar geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

 

Pişka herî zêde ya geştyaran bo derbaskirina serê sale berê xwe dane bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li gor Berdevkê Geştugzara Hewlêrê, 60 hezar kes beşdarî ahengên serê sale yên vî bajarî de kirine.

 

Berdevkê Geştugzara Hewlêrê dibêje: “Ez dikarim bêjim plana me %100 serkevtî bû, lewma eger em berawirdekê li gel sala bihorî bikin, dikarim bêjim ku rêjeya geştyarên me di îsal de du qat û heta zêdetir jî zêde bûye. Bi taybet bo bajarê Hewlêrê ku hejmara geştyaran bo serê salê li Hewlêrê gihîşte 60 hezar kesan.”

 

Duhokê di sersala 2019ê de pêşwazî li 35 hezar geştyaran kir û li Silêmaniyê jî hejmara geştyaran du qatî sala par bûn û hejmaran wan 50 hezar kes derbas kir.

 

Bi gotina berpirsên sektora geştyariyê, zêdebûna hejmara hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê dahateke zêdetir bi xwe re aniye  herêmê, çimku bi gotina wan eger her geştyarek di dema mana xwe ya li Kurdistanê de tenê 200 dolaran xerc bike, bi hatina 150 hezar geştyaran di serê salê de nêzîkî 30 milyon dolar di bazarên Kurdistanê de hatiye xerckirin.

 

Berdevkê Rêveberiya Geştguzara Silêmaniyê, Aram Şivanî dibêje: “Me masteplana geştyariyê jî heye, ku ew yek planeke demdirêj e û dê heta sala 2025an bidome. Eger ew plan weke xwe were cîbicîkirin û şer û qeyranên din pêsîra me negirin, tekez piştî cîbicîkirina wê planê, Herêma Kurdistanê dê bibe herêmeke temam geştyarî.”

 

Li cîhanê sektora geştyariyê çavkaniyeke giring a bidestxistina dahatê bo hikûmetan û kerta taybet e, lewma Herêma Kurdistanê jî hewl dide, ku ji wê sermayeyê bêpar nemîne û geştyariyê bike çavkaniyeke sereke ya dahata xwe.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.594 seconds