Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ber bi ku derê ve diçin

Ji aliyê Şewket Herkî 4-7-2018
Rûdaws

Enqere (Rûdaw) - Hewil tên dan ku peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê careke din bi temamî bigehin qonaxa xwe ya berê.

 

ji Navenda Lekolînên Stratejîk a Rojahilata Navîn ORSAMê şarezeyakî nêzîkî hikumeta Tirkiyê dibêje konsulê niha yê Tirkiyê yê Hewlêrê demeke ku hem li Hewlêrê hem jî li Silêmaniyê hevdîtinan dike da ku careke din peywendiyên Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê re asayî bibin.


Piştî peywendiya telefonî ya di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de mijara asayîbûna peywendiyên Tirkiyê û Heremê Kurdistanê di rojevê de ne.


Lêkolînerek ji Navenda Lekolînên Stratejîk a Rojahilata Navîn ku nêzîkî hikumeta Tirkiyê ye dibêje dê di demeke nêzî de Neçîrvan Barzanî seredana Enqere bike.


Derbarê vê mijarê de lêkolîner ji ORSAMê Oytun Orhun ji Rûdawê re wiha got: “Nîşanên derbarê asayîbuna peywendiyên Hewlêr û Enqere yên berî hilbijartinan xuya dibûn. Di serdema nû de dê ev asayîbûnê zêdetir bibe. Weke tê zanîn di dema peywendî aloz bûn; Nêçîrvan Barzanî seredana Îranê kiribû lê seredana wî ya ji bo Tirkiyê hatibû paşxistin. Bi dîtina min di serdema nû de piştî hilbijartinan Neçîrvan Barzanî dê seredana Tirkiyê bike û bi Erdogan re bicive.”


Beşek şirovekar û siyasetmedar jî di wê baweriyê de ku eger peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê baş bin ew yek dê bandoreke erênî li ser rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê jî bike. Endamekî Encumena HDPê jî dibêje pêşbiniyên di vê derbarê de rast in lê pêdîvî bi rêkûpêkirina navmala Kurdî heye. 


Li ser vê mijarê Diyadîn Firat wiha axifî: “Ev kar bi destê kadroyan tên meşandin. HDP dixwaze di vî karî de rola xwe bibîne, lê lazim e ji derve alîkariya HDPê were kirin. HDP nikare tenê bi kadroyan, bi qenata xwe û heta rastiyên her çar parçeyên Kurdistanê nebîne siyaset kirina we gellek zehmet e û bi serkevtî jî nabe.”


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî herî dawî 28ê meha nîsana 2017ê bi Erdoğan re hevdîtinek kiribû û di dema nebûna  geştên asmanî yên Kurdistanê de jî 1ê Berfanbara 2017ê Nêçîrvan Barzanî bi rêya Tirkiyê derbasî Ewropayê bibû.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.235 seconds