Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim

Ji aliyê RÛDAW 4-7-2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo gotûbêjkirina peywendiyên dualî dibe ew di demeke guncaw de serdana Tirkiyê bike.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê saz kir û bersiv da pirsên li rojevê hene.

 

Barzanî derbarê naveroka civîna Encêmena Wezîran de ragihand, ku Kompanyaya Deloitte bi hûrgûlî rapora xwe ya 6 mehan, wate 3 mehên dawîn ên sala 2017ê û 3 mehên destpêkê yên sala 2018ê ya derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê pêşkeş kirye.

 

Barzanî anî ziman ku di çend rojên pêş me de dê hemû hûrdekariyên vê raporê bi tevê datayan ji raya giştî re were eşkerekirin.

 

“Hilbijartin di dema xwe de tên kirin”

 

Li ser pirsa derbarê dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de Serokwezîr Barzanî eşkere kir, ku ew bi rijd in hilbijartin di dema xwe de werin kirin.

 

Derbarê mûçeyên karmend û fermanberên Kurdistanê û herwiha nîgeraniyên mamosteyan jî Barzanî eşkere kir, ku ya giring ew e mehê carekî meaş werin dabeşkirin ne giringe ka kîjan wezaret dê destpêkê werbigre û kîjan paşî.

 

Barzanî li ser mijara peywendiyên ligel hikûmeta Iraqê û nîgerniyên aliyan ên li ser encamên hilbijartinên Iraqê jî axivî û got:

 

“Di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de rûpeleke nû vebûye û em dixwazin hemû pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin. Lê hêj nediyare ka dê hikûmeteke çawa were avakirin.

 

Ji bo nîgeraniyên aliyan ên li ser encamên hilbijartinan me berê jî ragihandibû, ku em ne li dijî ne deng bi dest werin hejmartin.”

 

Peywendiyên Hewlêr û Enqereyê

 

Li ser pirsekî Serokwezîr Barzanî amaje bi peywendiya telefonî ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got: “Di wê peywendiyê de ji ber serkeftina di hilbijartinan de min birêz Erdogan pîroz kir. Me li ser pêşvebirina peywendiyên Hewlêr û Enqereyê axivî.”

 

Barzanî behsa serdana Enqerê jî kir û anî ziman ku ji bo pêşvebirina peywendiyan dibe ew di demeke guncaw de serdana Tirkiyê bike.

 

Operasyonên li ser axa Başurê Kurdistanê

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de li ser operasyona Tirkiyê û zirardîtina welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê got, ku ew ji wê rewşê nîgeran in, lê belê sedema wan operasyonan û wê rewşê, PKK ye.

 

Barzanî got: “Em gelek nîgeran in ku welatiyên sivîl di her operasyoneke leşkerî de zirarê dibînin, lê belê rastiyek heye, çima ew operasyon li Herêma Kurdistanê tê kirin, ji ber ku PKKê gelek cihên Herêma Kurdistanê dagîr kiriye û li wan deran li dijî Tirkiyê êrişan pêk tîne.”

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê prensîpekê diparêze û ew jî ev e, ku çênabe ti hêzek, çi PKK be yan jî aliyên opozisyona Îranê, ku ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişî Tirkiye, Îran û welatên cîran bikin.

 

Herwiha da zanîn, ku wan daxwaz ji PKKê û opozisyona Îranê kiriye, ku nabe ji axa Herêma Kurdistanê ve êrişan pêk bînin û divê sînorek ji tevgerên wan re hebe. Serokwezîrê Barzanî tekez kir, ku bi wan tevger û çalakiyên ku PKK û opozisyona Îranê dikin, ti hevkariya Herêma Kurdistanê nayê kirin.

 

Petrola Kerkûkê û vegera pêşmerge

 

Di nava 3 rojan de li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê di enbarên çekan de teqîn pêk hatin. Li ser van teqînan Barzanî da xuyakirin hikûmetê li gel Wezareta Pêşmerge komîsyoneke lêkolînê ava kiriye dê ev mijar were lêkolînkirin.

 

Serokwezîr Barzanî li ser mijara hinardekirina petrola Kerkûkê jî got: “Em amade ne petrola Kerkûkê bi riya boriya Kurdistanê bişînin Tirkiyê. Me çend caran ev nêrîna xwe ji berpirsên Bexdayê re jî aniye ziman.

 

Derbarê rewşa Kerkûkê û vegera pêşmergeyan jî Barzanî anî ziman ku ew ji rewşa ewlekariya Kerkûkê pir nîgeran in û ji bo vegera pêşmerge bo Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve ti daxwazek ji wan re nehatiye.

 

Li ser pirsa “gelo di hilbijartinên Kurdistanê de dê ji Êzdiyan re kota were danîn Barzanî got: “Danîna kotaya Êzidîyan ez bi navê xwe baş dibînim û piştgirî didim.”

 

Herwiha derbarê Kûpaya Cîhanê ya 2018ê ya li Rûsyayê jî ji Serokwezîr hate pirsîn ka kîjan tîmê digre. Lê wî eşkere nekir piştgirî dide kîjan tîmê û got: “Ev Kûpaya Cîhanê jî weke hilbijartinên Iraqê pir bi sûprayz bû, aliyên favorî sernekeftin. Em lê binerin ka dê encam çawa bin.”

 

Şîrove

 
Semal | 4-7-2018
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji bo ve yeke zordestî çedibe, ti pirsgêrek çenabin. Bêguman ew gotin ji bo berjewendî ya alîyeke ye û na ji bo gelê herême Kurdistanê ye.
XOCE | 9-7-2018
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi herkesî bilîze û têkeve hundirê her dewletê

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.531 seconds