Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Êvarekê li mala Mam Celal

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2017
Mam Celal
Mam Celal

 

Birwa Berzencî

 

Mam Celal û 17ê Sibatê û siberoja Sûriyê

 

Çend hefte piştî bûyerên 17ê Sibatê û rojên dawî, li Silêmanî û derdora wê ku di wê demê de şoreşa welatên Erebî ku bi navê "Bihara Erebî" dihate nasîn gihiştibû Sûriyê. Serokomarê Iraqê yê wê demê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Mam Celal ji Bexdayê vegeriyabû mala xwe ya li Girê Debaşan a Silêmaniyê.

 

Rojeke piştî vegera wî di êvareke destpêka biharê de, hin nivîskar û rojnamegerên dezgeh û navendên ragihandinê yên nêzîkî YNKê, li Debaşan serdana Mamê me Celal kiribûn ku min weke nûnerê dezgeha Roşingera Çavdêr beşdar bûm.

 

Dema ku em gihiştin, Mam Celal li ber deriyê jûra xwe li benda me bû, gava min silav da, min mandîbûn û pîrbûn hîs kir, lê di axavtin, bîranîn û zîrekiyê de her ew Mam Celal bû ku ji zarokatiyê ve her dem di xeyala min de bû. Hin nivîskarên ku hatibûn, pêştir pirtûkên xwe şandibûn û wî jî xwendibû û dema ku bixêrhatinî dikir, têbîniya xwe digot.

 

 

 

Piştî vexwarina "çay", Mam Celal got "vê carê li Silêmaniyê yekemîn hevdîtina min li gel we ye. Her dem gotûbêj û rûniştina li gel nivîskar û rojnamevanan ji min re xweş tê û bi pêwîst dizanim." Piştre ji bo çûna jûra civînê ji me re got "kerem kin". Di destpêkê de weke Serokê Liqa Silêmaniyê ya Yekîtiya Nivîskaran Dr. Şêrko Ebdullah axivî û axavtina wî du beş bû. Beşek li ser nerazîbûn û rexneya gel a di derbarê rewşa wê demê ya bûyerên 17ê Sibatê û û rojên dawî ku ta radeyekê bi wêrekiyeke mezin rexneya xelkê gihande Mam Celal. Beşa duyem axavtina wî jî li ser daxwaza Yekîtiya Nivîskaran û nivîskarên rêxistinê bû.

 

Piştî ku nivîskar û rojnameger axavtina xwe kirin ku hin ji wan daxwazên taybet û biçûk bûn, yan jî tenê nîşandana kêfxweşiyê bûn bi dîtina Mam Celal. Ji ber ku di nav wan de ez herî xort bûm, ez piştî wan ji ber axavtina xwe li ber ketim. Pirsyar û axavtina min gelek bûn. Min hewl dida zêdetir bipirsim. Min pirsî "Ji bo daxwazên xwepêşanderan çareseriya we çi ye? Çimku tiştê ku diqewime li devera di bin desthilatdariya YNKê de ye û cenabê we berpirsê yekem in?" Wî got: "Beriya her tiştî dixwazim bibêjim şehîdên wan weke şehîdê xwe dizanim û çi jî pêwîst be ji bo birîndaran emê bikin. Hatime vê derê da ku ji nêz ve guhê min li daxwazên xwepêşanderan be, em amade ne daxwazên wan li ber çavan bigrin. Lê jibîr nekin ku em ji vê hikûmeta desthilatdar beşek in, ne ku hemû. Loma em nikarin bi tena serê xwe daxwazan cîbicî bikin, daxwazên pêşanderan rewa ye. Eger Goran û du partiyên îslamî lîstika siyasî bi daxwazan nekin. Duh êvar beriya vegera xwe, min ji Nûrî Malikî re hin belge şandin ku têde agahdariya destwerdana derve heye. Loma ji bo ku ji Mamoste Elî Bapîr re bişînim, min nusxeyek aniye.” Min xwest ji Elî Bapîr bipirsim û Mam Celal got “eviya jê nepirse.”

 

Wê çaxê, hefteyek bûbû ku zavayekî Esed hatibû kuştin. Mam Celal ji xwişka Beşar Esed re nameyek nivisîbû, min jê pirsî "Birêz Mam Celal, çavê hemû azadîxwazan li ketina Beşar e, ji ber çi we di vê demê de name ji bo xwişka Beşar nivisî?" Mam Celal got: “Te behsa mijareke baş kir. A yekem; dostaniyeke me ya kevin heye û gelek roj me li mala xwe parast û alîkariya şoreşên me kir. Ez jî bi wefaya xwe ya bo dostên berê hatime nasîn. A duyem; niha jî hin şoreşgerên Kurdên Bakur eger ji mala Esed bêne derxistin, li ku derê dinyayê bin dê werin girtin û radestî Tirkiyê werin kirin. A sêyem jî; dixwazim raya xwe ji we re bibêjim, Beşar nayê rûxandin. Hêzên din heta nêzîkî Şamê jî biçin, teror û teqîn û şerê mezin jî biqewime, Beşar dê bimîne. Rewşa Sûriyê weke ti welatekî din nîne û çûna Beşar mehal e.”

Mam Celal weke ku li bendê bû kesek ji wî vê pirsyarê bike, dirêjî da axavtina xwe û got: “Birayên me yên Kurd li wê derê dikarin sûd ji valahiyê bibînin û ji bo xwe hebûnek pêk bînin û em jî li gel wan li ser yek xet in û dibe ku bikarin heta federaliyê bi dest bixin.”

 

Min pirsî "Gelo ez dikarim sûd ji axavtina we bigrim û belav bikim?" Mam Celal got: “Na, tika dikim, tiştên ku ez dibêjim ji bo we ye, ne ku ji bo belavkirinê.”

 

Mam Celal di nav şemendefera Mezopotamyayê de




 

Sala par, pirtûka "Şemendefera Mezopotamyayê” ku diyariya nivîskar û rojnamevanê bi nav û deng ê ji Tirkiyê Cengîz Çandar e, li Silêmaniyê û bi amadebûna xwe belav kir.

 

Cengîz Çandar behsa hevdîtina Mam Celal û gotûbêja li ser siberoja Sûriyê dike di heman wan rojan de ku ji Bexdayê vegeriyabû Silêmaniyê ku piştre Mam Celal çûbû Hewlêrê.

 

Rojnamevan Cengîz Çandar ku her dem rola wî li ser mijara Kurdî li Koşka Çankayayê giring bû dibêje: “Dema ku 'Bihara Erebî' gihişte Sûriyê û em li bendê bûn ku Beşar bikeve, rojekê li Hewlêrê ez bûm mêvanê Nêçîrvan Barzanî. Min xwe amade kiribû ku biçim firokexaneyê û vegerim Tirkiyê. Nêçîrvan Barzanî got 'Mam Celal û Kak Mesûd piştî demeke kin dê bicivin û ez jî diçim ba wan, tu jî nayê da ku tu wan jî bibînî û piştre biçî'. Ez jî bi kêfxweşî çûm.”

 

Cengîz Çandar diyar kiriye, ku piştî vexwarina çayê, Mam Celal jê pirsiye "Li aliyê we agahî çawa ne? Rewşa Sûriyê dê çi bibe?"

 

Çandar dibêje: “Min got em li Tirkiyê, weke serokatî, hikûmet, opozîsyon, rewşebîr û medyakar, li benda rûxandina Beşar in û ev tiştekî tekez e ku dê biçe û ev di berjewendiya Tirkiyê de be.”

 

Cengîz Çandar herwiha dibêje: “Kak Mesûd jî weke min difikirî, lê Mam Celal hêrs bû. Got tiştê ku tu dibêjî, hûn hemû şaş in, Sûriye nayê rûxandin, hûn bi çavê Misir, Lîbya û Tunisê, li Sûriyê jî dinêrin û dikevin xeletiyê.”

 

Mam Celal mijara siberoja Sûriyê li cem wî gelek giring bû, fikra wî ew bû ku siberoja Sûriyê rasterast pêwendî bi pirsgirêka Kurdî jî heye, ew venedişart ku lawazbûna Beşar di qezenca Kurdan de ye, lê bila nekeve, çimku dizanî opozîsyona Sûriyê kî ne!

 

Nexşerêya azadkirina Abdullah Ocalan

 


 

Mam Celal piştî pirsyar û axavtinên amadebûyan ji bilî bersivdanê, li ser rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn  rewşa Kurdan a di nav guhertinan de nirxand. Yek ji wan mijaran ku ji bo min cihê giringiyê bû, mijara nexşerêya azadkirina Abdullah Ocalan bû ku herwiha di wê civatê de kesayetê siyasî yê nêzîkî PKKê û dostê Talebanî, Mihemed Emîn Pênciwênî jî hebû, serokomar li rûyê Pênciwênî got “Em bi hev re mijûlî amadekariya nexşerêyekê ne, ji bo çareseriya pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê ku bandoreke wê ya mezin li ser Rojavayê Kurdistanê jî dê hebe. Ji ber vê yekê jî, em hewldana azadkirina Ocalan dikin bi sê qonaxan. Qonaxa yekem; Ocalan ji Îmraliyê bo Stenbolê were veguhestin û destbiser be. Qonaxa duyem; Di ofîsekê de azad be bi karê siyasî û civîn û hevdîtinên rojane bike bêyî ku derkeve derve. Qonaxa sêyem; ku aştiya bi tevahî ye, Ocalan were azadkirin.”

 

 

Amaje bi wê yekê jî kir, bi vê mebestê hewl didin komîsyoneke aştiyê saz bikin ku Mam Celal, Serokê Amerîkayê, Serokê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û eger pêwîst be Rûsya û Çîn jî beşdar bibin û got: “Min li gel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî axiviye û amadebaşiyê jê re şandiye.”

 

Li ba Celal Talebanî bîreke zîrek û xeyalên mezin ên siyasî hebûn, siyasetmedarekî wisa bû ku xewn û xeyalên wî ji siyasetmedarên din mezintir bû ku niha YNK bi derdê bê armancî û bê xewnên siyasî dinale ku xewnên wan ji Dêgele dernakeve û li hin kursî û di bîrên petrolê de jeng kirine. Lê tiştê ku Talebanî jibîr nedikir, dem bû. Fikra wî ne li cem gopalê destê wî bû ku ew gopal ji serdema çiya û şoreşê nîne ku tirseke mezin bû ji bo berpirsên partiya wî, belku niha Gopala pîrî û dawiya rê bû!

 

Niha gotareke min hate bîra min ku di sala 2009an de di rojnameya Çavdêr de bi navê “Talebanî û Dîrok”  min belav kiriye ku xwenamzednekirina Mam Celal bo postê serokomariyê, min bi zerûret dizanî, da ku bibe nimûneyekî demokrasiyê ji bo dîroka Iraqa nû û Kurdistanê. Her weke bîreweriyên wî were nivîsandin ku beşek mezin e di dîroka Iraq û Kurdistanê de, ku zêdetirî ji nîv sede amadebûneke wî ya diyar û mezin heye di nav dîrokê de.


 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| Duh vî demî 11:52 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
0.484 seconds