Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Koça dawî ya Mam Celal di cîhanê de deng veda

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçeya li ser koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê û siyasetvanê navdar ê kurd Celal Talebanî, bi lezgînî di raya giştî ya cîhanê de deng veda. Bi sedan medyayên cîhanê û bi çendîn zimanên zindî yên serdemê, nûçe belav kirin. Hevdem welatên cîhanê jî peyamên hevxemiyê şandin.

 

Piştî wefata Mam Celal, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi riya telefonê hevxemiya xwe ji bo malbata Talebanî ragihand. Paşî Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim hevxemiya xwe derbirî. Herwiha, serokomarê berî yê Tirkiyê Abdullah Gûl jî bi riya telefonê hevxemiya xwe ji bo Hêro Îbrahîm û Qûbad Talebanî anî ziman.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya serkirdeyê diyar ê Kuridstan û herêmê ragihand û Mam Celal weke kesayetekî bi bandor  û giring ê navçeyê wesif kir. Hevdem, Balyozê Îranê li Bexdayê di peyama xwe de got: “Mam Celal çendîn salan şerê rejîma Bees kir. Dema serokomarê Iraqê jî bû, hewl dida pêwendiyên Iraqê li gel welatên cîran baş be.”

 

Ji bilî berpirsên Tirkiye û Îranê, Emîrê Qeterê Temîm Bîn Hemed Alsanî û Emîrê Kuweytê Cabir Ehmed Sebah jî peyama sersaxiyê ji Iraq û malbata Talebanî re şandin.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê peyama welatê xwe gihandine gelê Kuridstan, Iraqê û herwiha malbata Talebanî.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand: ''Em hevxemiya xwe û gelê Amerîkayê bi boneya koça dawî ya Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî radigihînin. Amerîka bi wefata Celal Talebanî gelek dilgiran û xembar e. Ew dewletmedarekî rasteqîn û herwiha serkirde bû ji bo hemû iraqiyan. Serok Talebanî piştî rûxana Sedam Hisên hat hilbijartin, me hevbeşiya giringî wî ya li gel Amerîkayê li bîra me ye di dema gera wî ya weke serok de di 2005 heta 2014ê de. Serok Talebanî temenê xwe yê dirêj ji hevjîna xwe û du kurên xwe re hiştiye, em dixwazin hevxemiya xwe ji malbata wî û xelkê komara Iraqê re bişînin ku di vê demê de bi şîn in.''

 

Li ser torên civakî yên twitter û facebookê jî bi sedan siyasetvan, kesayetên diyar ên welatan û herwiha rojnamevanan hevxemiya xwe ya ji ber koça dawî ya Mam Celal nîşandan.

 

Balyozê Brîtanyayê li Iraqê, konsulê berî yê Fransayê li Hewlêrê, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Parlamenterê brîtanî Nedîm Zehawî û bi dehan kesayetên din peyamên sersaxiyê weşandin.

 

Li Iraqê Serokomar Fûad Mehsûm, Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî, Nûrî Malîkî, Emmar Hekîm, Mûqteda Sedir, Selîm Cibûrî û piraniya bepirsên din ên diyar hevxemiya xwe anîn ziman û koça dawî ya Mam Celal ji bo Iraq û herêmê weke “ziyaneke mezin” binav kirin.

 

Li her çar parçeyên Kurdistanê jî partî û kesayetan ji bo gelê kurd û malbata Talebanî peyama sersaxiyê şandin.  

 

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî duh 3ê Cotmeha 2017ê li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.

 

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li qontara Çiyayê Kosret ji dayik bû. Di salên 1950ê de dest bi kar û xebata siyasî kir û yek jî kesayetê herî bi bandor ê Kurdistan û herêmê bû.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.406 seconds