Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

TEV-DEM: Wefata Mam Celal xemgîniyek mezin di dilê me de hişt

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2017
TEV-DEM
TEV-DEM

Navenda Nûçeyan - TEV-DEMê ji ber wefata Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokamrê berê Iraqê Celal Talebanî sersaxî ji tevahî gelê Kurdistanê re xwest.


Du sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî li Almanya koça dawî kir.


Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi helkfta koça dawî ya Mam Celal daxuyaniyek da û sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, rêveber û endamên YNKê û malbata wî re xwest.


TEV-DEMê di daxuyaniya xwe ya sersaxiyê de wiha gotiye: “Bi xemgînî me agahiya wefata kesayeta niştimanperwer û rêveberê kurdistanî, Serokê YNK Celal Talebanî bihîst. Kesayeta ku hemû sîfetên ku pêwîstiya doza kurd li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, herwiha Rojhilata Navîn pê hebûye. Ji qonaxa destpêkê ya tekoşîna wî û heta dawiyê tekoşîna xwe ya xeta netewî dewam kir û her dem bi baldarî ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk kar dikir.”


Di berdewamiya daxuyaniyê de jî wiha hatiye diyarkirin:


“Em wekî TEV-DEMê sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re, gelên Rojhilata Navîn, gelê me yê Başûrê Kurdistanê, rêveber û alîgirên YNK û malbata Mam Celal re dixwazin. Wefata wî êşeke mezin di dilê me û hemû gelên ji bo azadî û edaletê tekoşîn dike de hiştiye. Mam Celal di rewşa ku têkiliyên me yên baş bi kesayeta wî, partiya wî û hevalên wî re heye xemgîniyek mezin di dilê me de hişt. Em  bi wefata wî êşiyan û bi taybet di dema ku me hêvî dikir ku Mam Celal serdana Rojavayê Kurdistanê bike û bi gelê me yê li vir ve hevdîtinê bike pêk hat.


Em ê tekoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê û pêkanîna civaka azad bidomînin. Em ê bi dilsozî ji bo pêkanîna erkên xwe yên niştimanî û Kuridstanê ji bo doza kurd û gelê kurd tekoşînê bidomînin, da ku xewin û hêviyên Mam Celal pêk werin.


Di heman demê de em di asta Kurdistanê de li gorî hemû berpirsyariyên xwe ji bo pêkanîna yekîtiya kurdan û enerjiya wan ji bo azadiya gelê xwe û çareserkirina dozen xwe kar bikin. Her wiha em hêvî dikin ku em hêza xwe ji bo rizgarkirina gelê xwe û çareserkirina armanca ya yekîtiya ku Mam Celal ji bo wê kar dikir pêk bînin.”

628 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.203 seconds