Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Rawestandina geştên asmanî zirarek daye nexweşxaneyên Enqerê

Ji aliyê Şewket Herkî 4-10-2017
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) - Rawestandina geştên asmanî zirareke yêkcar mezin daye nexweşxaneyên Enqerê.


Nexweşnayên ku beriya niha bi xêra nexweşên Başurê kurdistanê qazancekî baş dikirin, niha vala bûne. Rewşa heyî heman demê jiyana gellek nexweşên Başurê kurdistanê jî dixe metirsiyê.


Rawestandina geştên asmanî ji aliyê Tirkiyê ve dibê cihê nerazîbûna xwediyên beşek nexweşxaneyan. Li Enqereya paytêxtê Tirkiyê bi dehan nexweşxane bi xêra nexweşên Başurê Kurdistanê karekî baş dikin. Lê rewşa dawî bûye rêgir ku nexweş jî bigehine van nexweşxaneyan.


Xwediyê nexweşxaneyeke li Enqerê Servet Lale ji Rûdawê re wiha got: “Me li Tirkiyê ne dixwest ku pirsigireke wisa çêbibe. Em dixwazin mesele çareser bibe. Em dixwazin xelkê Hewlêrê, Duhokê, Silêmanî û Kerkûkê werin nexweşxaneyên me.”


Rêveberên nexweşxaneyên Enqerê bang li hikumetê Tirkiyê dikin ku geştên asmanî bide destpêkirin û rewş were asayîkirin.


Rêveber Haydar Toprakçiogl jî got: “Li wir (Başurê Kurdistanê ) gellek nexweşên me hene ku em dizanin pêwîstiya wan bi dermankirinê heye. Beşeke zêde zarok in û jin in û beşek ji wan jî hene eger nehên dermankirin dibe ku jiyana wan bikeve metirsiyê. Rewşa heyî bandoreke xirab li wan nexweşan dike. Daxwaza me ew e ku qe nebe biryar ji bo nexweşan were helweşandin û ew bikarin bêne nexweşxaneyan.”


Doktor jî bi taybetî giringiyê bi rewşa nexweşan dikin û dibêjin gellek nexweşên Başurê Kurdistanê hene ku divê proseya dermankirina wan neyê paşxistin. 


Seroka Doktorên Nexweşxanê Seda Bozkurt Kirim jî  diyar kir ku ew demeke dirêj e xizmeta nexweşên Başûrê Kurdistanê dikin û wiha domand: “Lê mixabin nexweşên me ji ber rewşa heyî nikarin werin. Gellek ji wan lazim e werin kontorolên xwe bikin lê astengî çêbûne. Beşek nexweşên me neştergerî bo hatine kirin û lazim e demildest zûtirîn wext werin kontrolê. Beşek din neştergerî nehatiye kirin lê lazim e nexweşiyan wan hemû gavê di din çavdêriya doktoran de bin.”


Çend nexweşxaneyên Tirkiyê li Başurê Kurdistanê jî hene rêveberên wan yên Tirkiyê jî li benda wê yekêne ku geştên asmanî careke din dest pê bikin û mexduriyeta nexweşan jî nexweşaxaneyan jî were çareserkirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| Duh vî demî 06:52 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| Duh vî demî 03:36 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.484 seconds