Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Ya ku YNKê kir destpêkeke metirsîdar e

Ji aliyê RÛDAW 4-10-2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku “çûna me bo Bexdayê jibo wê yekê bû ku em yekîtî û yekrêziya gelê Kurd biparêzin” û tekez kir, lê “mixabin YNKê yekrêziya Kurdan têk bir.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amaje bi birêveçûna hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê kir û diyar kir, ku proseya hilbijartinan gelek bi başî birêveçû û “civaka navdewletî li ser şêweya birêveçûna hilbijartinan destxweşî li Herêma Kurdistanê kir.”

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “serkevtina proseya hilbijartinan serkevtin e bo gelê Kurdistanê” û got: “Ya giring ev e ku encamên hilbijartinan her çi bin, rewşa ewlehiyê û aramiya li Kurdistanê bihê parastin.”

 

Li ser pira posta serokomariya Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku ev post maf û pişka gelê Kurdistanê ye, ne aliyekî siyasî û got: Bi nêrîna me, diviyabû ev pirs di nava fraksyonên Kurdistanî de li Bexdayê bihatiba yekalîkirin, ku pêştir jî ew yek hatiye kirin, neku aliyên din berbijêrê Kurd bo vê postê destnîşan bikin.

 

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ev pêngava tekalî ya YNKê gelek cihê nîgeraniyê ye û destpêkeke metirsîdar e, ku ev post li derveyî îradeya xelkê Kurdistanê hatiye diyarkirin. Ya ku hevalên YNKê kirin, jibo pêşeroja gelê Kurdistanê metirsîdar e.

 

Di bersiva pirsekê de li ser egera zêdebûna nakokiyên PDKê û YNKê û meseleya du îdareyiyê li Herêma Kurdistanê de jî, Serokwezîr Barzanî ragihand, bi ti awayî ti kesî behsa du îdareyiyê nekiriye û ew yek jî çênabe, lê belê ji niha pê ve Partiya Demokrata Kurdistanê dê li ser esaseke nû reftarê li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bike.


Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “daxwaz ji min hat kirin ku ez xwe kandîd bikim û hemû welat û aliyên siyasî jî piştgirî didan min, lê me nekir ji ber ku mesele şexsî nîne”.

 

Herwiha destnîşan kir: “PDK hertim amade bûye bi hevbeşî postên hikûmetê dabeş bike, lê belê ji niha pê ve reng e guhertin çê bibe.”

 

Barzanî da zanîn: “Ya ku li Bexdayê rû da, dê bandor li Kurdistanê jî bike, bi ti awayî ew nayê qebûlkirin ku li Bexdayê bi şêweyekê be û li Kurdistanê jî bi şêweyekê din reftar were kirin, emê vê yekê li ber çavan re derbas bikin.”

 

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Bexda baş û bi zelalî dizane, ku biryara siyasî ya Kurdistanê li kuderê ye, dilê wan li gel her aliyekê be, lê mejiyê wan li Hewlêrê ye.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Em di vê baweriyê de ne, ku nedibû YNK û herwiha Dr. Berhem bixwe jî vê mekanîzma hilbijartina serokomar qebûl bikin, çimku ev mekanîzm li derveyî îradeya gelê Kurdistanê bû.”

 

Herwiha diyar kir ku “Hemû kes dizane ku Dr. Berhem bo posta serokomariyê vegeriya nav YNKê. Dr. Berhem bo partiya xwe ya yekem û ne jî bo Hevpeymaniyê wefa nebû, em bi hêvî ne ku bo Kurdistanê wefa hebe!”

 

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)
Brahim Xelîl | 2019-02-09 8:38:47 PM
Keko wele em hemû dizanin, rewşa me, zimanê me, çanda me roj bi roj ber bi tunebûne ve diçe. Hawar û gazin êdî bêfeyde ye. Di vî warî de em kurd...
Zimanê nebû zimanê zarokên me
| 7-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.672 seconds