Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hûrgiliyên li ser pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê

Ji aliyê RÛDAW 4-11-2018
Seidî Pîre: Pêwîst nake du cîgirên serokwezîr hebin

Silêmanî (Rûdaw) - Bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê aliyên siyasî xwediyên gotin û nêrînên cuda ne, Rûdawê zanyarî bi dest xist ku Goranê berbijêrê cîgirê serokwezîr û beşek ji wezaretan daniye, ji aliyê PDKê jî xwest hikûmeta vê carê waneyê ji 4 salên derbasbûyî werbigire.

 

Mijûliya bo jidayikbûna hikûmeta nû berdewam e, hikûmetek e ku hemû kes hêviyê jê dikin ku birînên hejarî û qeyran û projeyan tîmar bike.

 

Ew danûstandinên heta niha hebûn, hêj bi nehênî û telefonan in lê tê gotin ku di kabîneya nû de du cîgirên serokweîr hebin lê aliyê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê niyazê pesend nake û li dijî wê ye.

 

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re got, “Pêwîst nake 2 cîgirên serokwezîrê hikûmetê hebin, ez bawer dikim 4 cîgir baş e, gotina me li ser kêmkirina hejmara endamên kabîneyê, mijara cîgiran divê hemû alî li ser hemfikr bin û zêdetir li ser biaxivin.”

 

Rûdawê zanyariyên hûrgilî bi dest xistin, ku Tevgera Goranê beşdariya kabîneya vê care dike, bi taybetî bebrijêrê cîgirê serokwezîr û beşek ji wezaretan daniye.

 

Ji aliyê PDKê xwest ku hikûmeta vê carê waneyan ji 4 salên derbasbûyî werbigire.

 

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kutrdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq ji Rûdawê re got: “PDK vê carê dixwaze hikûmet hebe ku ne merc e hemû alî beşdar bin. Tekez dive şaşiyên berê dubare nebin, bo vê jî PDK heûmercê îro yê Kurdistanê dixwîne û paşê biryara xwe dide.”

 

PDK, YNK, Goran û Komel 4 aliyên mezin ên serkevtî ku çav li ser başdariya wan e, Nifşa Nû û Yekgirtî jî beşdarî hikûmeta nû ya Kurdistanê nabin. Lê kursî û dengên PDKê tenê li gel Goranê  an jî li gel YNKê têrê dike, ku kabîneya nû pêk bîne.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.562 seconds