Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Hinardekirina petrola Kurdistanê gihişt rojane 400 hezar bermîlan

Ji aliyê RÛDAW 4-11-2018
Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestgeheke hinardekirina petrolê li Şêxan damezrandiye ku şiyana veguhestina petrolê bo rojane 900 hezar bermîl zêde dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê rawestgeheke hinardekirina petrolê li Şêxan damezrandiye ku şiyana veguhestina petrolê bo rojane 900 hezar bermîl zêde dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebûna asta berhemanîna petrolê ku du kêlgehênTawke û Pêşxabûr li xwe digre, ragihand.

 

Di daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewldanên kompaniyên ku li moleta Tawke kar dikin, kêfxweşiya xwe ragihandiye, ku bûye sedema bilindbûna asta berhemanîna petrolê li kêlgehên Pêşxabûr bo rojane zêdetirî 50 hezar bermîl petrol di nav 18 mehan de.

 

Herwiha di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, ku zêdebûna berhemanîna petrolê li kêlgeha Pêşxabûr kariye qerebûya kêmbûna asta berhemanîna petrola Tawke bike.

 

Asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Tawke di meha heft a sala 2017an de, rojane 109 hezar bermîl bûye, lê belê niha daketiye bo rojane 80 hezar bermîl. Asta berhemanîna petrolê niha li herdû kêlgehênTawke û Pêşxabûr rojane 126 hezar bermîl e.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kiriye ku rawestgeheke hinardekirina petrolê li Şêxan hatiye damezrandin, ku şiyana veguhestinê ya boriya petrolê ya Kurdistanê bo rojane 900 hezar bermîl zêde dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku niha rojane 400 hezar bermîl petrol hinarde dike.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)
Camér rast gotiye | 2019-01-15 9:28:27 PM
Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê erka balyozxaneyekê dibîne. Di warî kulturî de jî gelek xebat hatine kirin. Herwiha rola Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê di...
Gerard Shaliyan: Pêwendiyên Fransa û Kurd dîrokî ne û dê berdewam bin
| 15-1-2019 | (1)
Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
zedan | 2019-01-15 8:01:06 PM
ki gotiya ocalan de gerdtigihe deya ? ew li ba patrone xwe ye u cihe wi pir xweshe u li gor dile wi ye .hemu listika li ser sere me kurda degerinen...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.5 seconds