Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dixwaze alîkariyê bighîne Efrînê

05-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdawê) - Serokê Borda Damezirandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Mesrûr Barzanî,  daxwaz dike ku asankarî bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî were kirin daku alîkariya Xelkê Efrînê.

 

Mesrûr Barzanî di konferansa salane ya  Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de ku îro li Hewlêrê (05.02.2018) hat sazkirin, bal kişan ser alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku heta niha kirine. Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di konferansê de gotarek pêşkêş û li ser çalakiyên dezgeha navbirî rawestiya.

 

Derbarê mexdûrên erdheja Kirmaşanê de jî Mesrûr Barzanî da zanîn ku li sînorê desthilata Herêma Kurdistanê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya mexdûran kiriye lê bo Kirmaşan, Serpêl û Zehaw xwestiye alîkariya bighîne wî sînorî lê derfet nehatiye dayîn.

 

Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çavkaniya xwe ji gotineke nemir werdigire ku dibêje: Şanazî ye bo mirov xizmetkarê miletê xwe be. Barzaniyê nemir di hemû jiyana xwe de hewl da xizmeta gelê xwe û mirovatiyê bike. Piştî wî me jî hest bi wê yekê kir ku em jî li ser wê rêbazê berdewam bin û dezgahekî bi navê Barzaniyê nemir dabimezrînin. Bi fermana Serok Barzanî me sala 2005ê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî damezran daku bibe malek bo wan kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye.”

 

Barzanî wiha axifî: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hembêza xwe ji wan hemû kesan re vekiriye ku ji tirsa teror û gefa kuştinê mal û warên xwe bicîh hiştine û hatine Kurdistanê. Dezgeha Barzanî bi hewara hemû kesî ve diçe ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Ti ferq û cudahiyê naxe navbera ayîn, mezheb û nerînên siyasî. Erkê ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî girtiye stoyê xwe erkekî olî, exlaqî û niştimanî ye.”

 

Barzanî bal kişand ser hevkariya Kurdên Êzdî, koçberên Ereb û çalakiyên dezgeha navbirî li navxweyê Başûrê Kurdistan, Iraq û parçeyên din ên Kurdistanê û wiha pêde çû: “Piştî karesata 16ê Cotmehê gelek kes koçber bûn. Wê demê jî Dezgeha Xêrxazî ya Barzanî bi hewara xwîşk û birayên xwe yên koçber ve çû. Ev yek hevdem bû ligel erdheja navçeya Derbendîxan û li wî aliyê sînor jî Kirmaşan, Serpêl û Zehaw. Di wê bûyerê de gelek kes bûn qurbanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karî alîkariya mexdûrên sînorê desthilata Herêma Kurdistanê bike, daxwaz jî kir daku rê bê dayîn alîkariyê bighîne xwîşk û birayên xwe li wî aliyê sînor, lî mihabin derfet nehat dayîn.”

 

Derbarê hevkariya xelkê Efrînê de jî 17 roj e ketiye ber êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, bal kişand ser wê hevkariya li Wan, Rûham Qamişlo, Cezîre û Kobanî û got: “Em daxwazê ji hemû aliyên peywendîdar dikin asankariyê bikin daku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bikaribe alîkariyê pêşkêşî xelkê sivîl ên Efrînê bike.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst