Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

ENKSa Efrînê: Çekdar bi kêfa xwe dest datînin ser mal û mulkên xelkê

Ji aliyê RÛDAW 5-6-2018
Rêxistina xwecihî ya ENKSê li Efrînê li dijî kirdarên çekdarên li wê herêmê bang li ENKS û Îtilafa Opozisyona Sûriyê kir.
Rêxistina xwecihî ya ENKSê li Efrînê li dijî kirdarên çekdarên li wê herêmê bang li ENKS û Îtilafa Opozisyona Sûriyê kir.

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê li hember kirdarên çekdarên opozisyona Sûriyê yên di derheqê welatiyên Kurd ên Efrînê de nerazîbûn nîşan da.

 

Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Efrînê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku aliyên çekdar ên opozisyona Sûriyê li Efrînê bi kêfa xwe welatiyên Kurd ên Efrînî digirin û dest datînin ser mal û mulkên wan.

 

Di daxuyaniya xwe de Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê, nerazîbûna xwe li hember kirdarên wan çekdaran di derheqê welatiyên Efrînê de nîşan dide û dibêje, ku piştî 18ê Adarê, ewlehî û aramî li Efrînê nemaye.

 

Li gorî daxuyaniyê, Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê herwiha  daxwaz dike, ku ENKS û Itîlafa Opozisyona Sûriyê berê xwe bidin hikûmeta Tirkiyê, daku rê li ber binpêkirinên aliyên çekdar bigire.

 

Encûmena xwecihî ya ENKSê radigihîne, ku çend aliyên çekdar pabendî tu yasayekê nabin û ew kesên ku berê li dijî PYDê bûn jî, niha ji aliyê wan grûpên çekdar ve tên girtin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku ev nerazîbûn ji Sekretariya Giştî ya ENKSê û Rêveberiya Itîlafa Opozisyona Sûriyê re hatiye şandin.

 

653 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.625 seconds