Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Navê Kutschera dê her dem di bîranîn û dilê gelê Kurd de bimîne

Ji aliyê RÛDAW 5-8-2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji hevjîna nivîskarê navdar ê fransî Chris Kutschera re peyama sersaxiyê şand û diyar kir, ku navê Chris Kutschera dê her dem di bîranîn û dilê gelê Kurd de bimîne.

 

Rojnamevan, lêkolîner û nivîskarê navdar ê fransî Chris Kutschera di temenê xwe yê 79 salî de koça dawî kir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser wefata wî, ji hevjîna wî Edit Kutschera re peyama sersaxiyê şand.

 

Peyama ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin wiha ye:

 

Ji bo xanima Edit Kochera

 

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya hevjînê we yê birêz û dîrokzan û nivîskarê mezin Chris Kutschera gelek xemgîn bûm.

 

Bi navê xwe û hemû xelkê Kurdistanê serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we û kesûkar û heval û dostên Xwedê jêrazî Chris Kutschera dikim.

 

Ew dostekî mezin ê gelê Kurdistanê bû û bi sedema nivîs û kitêb û lêkolînên wî yên di derbarê Kurd û Kurdistanê rolekî mezin di nasandina Kurd bi cîhana derve de hebûye. Chris Kutschera navekî her dem di bîranîn û dilê gelê Kurd de dimîne û ked û karên wî yên mezin bi taybetî li ser dîrok û rewşa siyasî û cografya Kurd û her wiha rola we jî wekî hevjîn û hevkarê Chris Kutschera bi cih gihandina kar û berhemên wî cihê pesn û pêzanîn e.

 

Hevbeşê xema we me û ji Xweda hêvîdar im sebir û aramiyê bi we bibexşê û ruhê wî şad be.

 

Mesûd Barzanî

04.08.2017

 

Chris Kutschera di sala 1938ê de li Fransayê ji dayik bibû. Yek ji lêkolîner û nivîskarê navdar e ku bi taybetî li ser Rojhilata Navîn û kurdan xebat kiriye. Heta niha derbarê pirsa kurd de 5 pirtûk, bi dehan gotar, rapor û lêkolîn amade kirine. 

 

Chris Kutschera gelek caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye. Bi taybetî jî di qonaxên cuda yên şoreşa kurdî de li Kurdistanê pirtûkeke taybet li ser “xewna kurdan a serxwebûnê” nivîsiye.

 

Wî di zanîngeha Sorbonne de xwendina xwe kiriye û di sala 1960î de li Guatemalayê dest bi rojnamevaniyê kiriye.

 

Kutschera di rojnameyên weke Le Monde Diplamatique, Le Monde Coailys, The Middle East Magazine, El Wasat û El Mundo de derbarê jiyan û serhildana kurd û Kurdistanê de gelek gotar û nivîs nivîsandine.

 

Chris Kutschera û hevjîna wî xwediyê arşîveke mezin ên wêne û dîmenan in, ku piraniya wan jî yên qonaxên cuda û serkirde û kesayetên navdar ên kurd in. beşek ji wan wêne û vîdeyonên şoreşa kurdî ji aliyê Chris Kutschera ve hatine tomarkirin.

 

Kutschera nexweşiya Parkinson girtibû û ji ber vê beşek ji mejiyê wî felc bibû. Chris Kutschera roja 31ê Tîrmeha 2017ê koça dawî kir.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.579 seconds