Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: Piştî serxwebûnê erkê min bi dawî tê

Ji aliyê RÛDAW 5-9-2017
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Her dema ku serxwebûn bi dest hat, erkên min bi dawî tê.”

 

Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li gel kanala Alarabiya ya Erebistana Siûdiyê, ku dê roja pêncşembiya vê heftiyê di demjimêr 19:00ê êvarê de were weşandin, derbarê referanduma bo serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihandiye, ku pêştir em li gel aliyên iraqî li ser pêkanîna dewleteke şaristanî, demokratîk û federalî rêkevtin, lê belê niha em di dewleteke olî û tayifî de dijîn.

 

Barzanî daye xuyakirin: “Me gelek hewl dan, ku em negihîjin biryara referandumê, lê bi gotina wî ew serkevtî nebûn.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê helwesta aliyên ku daxwaza paşxistina referandumê dikin jî diyar kir: “Ewên ku daxwaza paşxistina referandumê li me dikin, beriva ji bo wan ev e, ku alternative bidin me.”

 

Mesûd Barzanî di beşeke din a vê hevpeyvînê de tekezî li ser wê yekê dike, ku piştî serxwebûna Kurdistanê, erkê wî bi dawî dibe.

 

Barzanî li ser wê yekê dibêje: “Armanca min bi dest xistina serxwebûnê ye bo gelê xwe, dema ku ew armanc bi dest hat, erkê min bi dawî dibe.”

 

Biryar e, ku referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê roja 25ê Îlona îsal birêve biçe.

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê li Herêma Kurdistanê jî bi fermî destpêkirina propagandayên ji bo referandunê ragihand.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hember guvaşên ji bo paşxistina referandumê sekiniye û di civîna roja çarşembiya hefiya bihorî ya li gel mamostayên zanîngehê de jî ragihandibû, ku referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were sazkirin û bi ti awayî nayê paşxistin.

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 5-9-2017
Serok Barzsnî, mixabin kû piştî Serxwebûnê Erkê Cenabê we bi dawî tê...Ez baş dizanim kû mînakên wek Cenabê we yê dilzoz û hêja êdî qet nabin Serokê Kurdistanê, lê ma çi bikin ev jî Rê û resmê Dinyayê ye. Serok Barzanî ez kurê Seîd Mistefa me Nevîyê Xwedê jê razî Seîd Elî (ji Rasileyn), belkî Bîra Cenabê we ji Bav û Bapîrên min bê...Min Daxwazek ji Cenabê we heye...bi Hêvîya Xwedê eger Roja-Serxwebûnê hat, kerem ke fermû li pêş Kamêrayê û li ser Sekûya-Axiftinê li pêş Gelê Kurd û li pêş Çavê Kamêrayên Cîhanî di Destpêkê te vê Gotarê bibêje, da ev Gotare bikeve di nav Dîrokê!!!!...Ji kerema xwe Destpêka Axiftina xwe wiha bi vê Gotinê destpê bike: Her jî Îro pêve KURDISTAN serbixwe ye!!!! Ez bawerim ev Axiftine wê bikeve Dîrokê! Sipas ji Cenabê we û Dem baş! Seid Ferhad Seid Mistefa
Kurdo | 6-9-2017
Di Sala 1970 de,Mele Mistefa yê nemir,di Kovara Musewir ya Misirê de ,wî jî gotî,heger Îraq Otonomîyê bi cih bike îdî ez pîr bûme diçim Barzanê.Lê dîsa li dawîya gotina xwe de gotî,hger Îraq vîya neke îdî ez Pîr bûnê nas nakim ez,dîsa têm Meydanê.Bê goman,vîya tê bîra Serokê Hêja Mesûd Barzanî..Li gorî tefsîra Gotinên Mele Mistefa Barzanî,Pariztina Armanc û Erkên pîroz,ji amrzan û ji Pîr bûnê, dijwartin..

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.579 seconds