Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hewîce ji bin kontrola DAIŞê hat derxistin

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Hêzên Iraqê navenda Hewîceyê kontrol kirin.
Hêzên Iraqê navenda Hewîceyê kontrol kirin.

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Operasyona Rizgarkirina Hewîceyê îro kontrolkirina tevahiya navenda navçeya Hewîceyê ragihand.

 

Fermandeyê operasyona kontrolkirina Hewîceyê Ebdulemîr Yarellah di beyannameyekê de ragihand, hêzên Firqeya 9 a artêşa Iraqê, polîsê federalî, bersivdana bilz û lîwayên 2, 3, 4 û 11 ên Heşda Şeibî navenda navçeya Hewîceyê bi temamî ji destê çekdarên  DAIŞê derxistin û xistin bin kontrola xwe.

 

Ebdulemîr Yarellah herwiha diyar kir, ku pêşketina hêzên iraqî berdewam e.

 

Ragihandina kontrolkirina navenda navçeya Hewîceyê di îro de di demekê de ye, ku duh çarşemî 4ê Cotmehê Heşda Şeibî ragihandibû, ku wan kontrola navenda vê navçeyê xistiye bin destê xwe.

 

Navçeya Hewîceyê dikeve başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê û ji 4 bajarokan û nêzîkî 500 gundan pêk tê.

 

Hewîce di nîvê sala 2014ê de kete bin kontrola çekdarên DAIŞê û yek ji navendên giring ên hêz û desthilata rêxistina DAIŞê di nava xaka Iraqê de bû.

 

Nîşankirin : Iraq, Hewîce, DAIŞ
873 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.5 seconds