Raperîn - Keçeke 18 salî û zilamekî 63 salî canê xwe ji dest dan

05-12-2017
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Raperîn Raniye Qeladizê Keç Kalemêr
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Li sînorê Rêveberiya Raperînê û li bajarê Raniyeyê keçeke 18 salî  bi 3 gulleyan canê xwe ji dest da. Berdevkê Polîsê Raperînê dibêje, kesûkarên wê keçê îdia dikin ku wê keçikê xwe kuştiye.

 

Di du bûyerên ciyawaz de li sînorê Rêveberiya Raperînê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, keçeke 18 salî û kalemêrekî 63 salî canê xwe ji dest dane.

 

Berdevkê Polîsê Raperînê, Şoriş Îsmaîl derbarê wan bûyeran de ji Rûdawê re ragihand, îro Sêşemî 5ê Berfanbara 2017ê li sînorê Raperînê du bûyerên canjidestdanê hebûne, ku bi gotina kesûkarên yek ji wan, bûyerek xekujî bûye. Bi gotina Şoriş Îsmaîl bûyera duyem jî dîtina termê welatiyekê di nava baxê wî de bûye.

 

Berdevkê Polîsê Raperînê derbarê bûyera canjidestdana keça 18 salî de dibêje, ew bûyer li bajarokê Hacî Ava ya ser bi Rêveberiya Raperînê çê bûye. Şoriş Îşmaîl li ser bûyerê dibêje: Îro Sêşemî demjimêr 08:00ê danê sibê keçeke temen 18 salî di odeyeke mala wan de, canê xwe ji dest daye. Piştî lêkolînên hêzên polîs, derket holê ku cihê 3 gulleyan li ser bedena wê diyar e û di bûyerê de çeka Klaşînkov bi kar hatiye.

 

Îsmaîl diyar kir, kesûkarên wê keçê îdia dikin, ku wê keçê xwe kuştiyê û bi xwe teqe li xwe kiriye û piştî ku keçik bo nexweşxaneya Raniyeyê tê veguhastin, ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest dide û piştre jî termê wê bo Pizîşkiya Dadê ya Raniyeyê tê şandin.

 

Herwiha di bûyereke din de, li taxa Aştî ya bajarokê Qeladizê welatiyek bi navê H.M.H ku jidayikbûyê sala 1954an bûye, di nava baxê xwe de li gundê Çom Xirke bi mirî hatiye dîtin.

 

Berdevkê Polîsê Raperînê li ser vê bûyerê jî da xuyakirin: Piştî ku ew 2 roj bûn, xuya nedikir, îro termê wî hemwelatiyê han ji aliyê yekîneyên polîsên hawarçûnê yên navçeya Pişderê hat dîtin û piştî ku bo nexweşxaneya Qeladizê hat veguhastin û piştî encamdana otopsiyê bo zanîna sedema mirina wî, termê wî bo Silêmaniyê hat şandin.

 

Bi gotina wî berpirsê Polîsê Raperînê, ji bo her du bûyeran dosya hatine vekirin û lêkolîna hêzên polîs li ser bûyeran berdewam e.


Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst