Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Sernivîskarê Sebahê: Em şanaziyê bi serkeftina Rûdawê dikin

Ji aliyê RÛDAW 5-12-2018
Payemnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Neteweyên Yekbûyî Mecîd Gilî, Xelata Ricardo Ortega werdigire.

Hewlêr (Rûdaw) - Sernivîskarê Rojnameya Sebah a Nîv Fermî ya Iraqê Ebas Ebud derbarê xelatkirina Rûdawê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve de ragihand ku ev yek bandoreke zêde  bo teşwîqkirina kanalên din ên esmanî yên Iraqê bike daku wek wê bikin.


Sernivîskarê Rojnameya Sebah a Nîv Fermî ya Iraqê Ebas Ebud  îro beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdaw TV bû û li ser xelatkirina Rûdawê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve axivî û bi vê serkeftinê Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.


Ebas Ebud wiha got: “"Em şanaziyê bi wê serkeftina mezin a Rûdawê dikin. Kariye pêgehekî girîng û bi bandor di nav medya Erebî de bo xwe garantî bike, bi bandor û serkeftî bûye, lewra bandoreke zêde jî dibe bo teşwîqkirina kanalên din ên esmanî yên Iraqê daku wek wê bikin.”


Ebud anî diyar kir ku Rûdawê, ji kanaleke lokalî derçûye û kariye peyama xwe bighîne zêdetirîn temaşevan û guhdar û wiha pê de çû: “Di şopandina bûyerên cîhanî de jî serkeftî bûye bi nerîneke Kurdî, ev yek jî hêmaneke bihêz a kanala Rûdawê bû, herwiha gotara wê ya medyayî serkeftî bûye û kariye bighîne aliyê beramber.”


Sernivîskarê Rojnameya Sebah a Nîv Fermî ya Iraqê herwiha got pêngavên Rûdaw serkeftî bûne û gavên baştir diavêje û hêviya serkeftin û pêşveçûna baştir jê re dixwazim.


Roja 6ê vê mehê li bajarê New York ê Amerîkayê 23emîn Gera Dabeşkirina Xelatên 2918ê ya Neteweyên Yekbûyî birêve diçe. Têde xelat bi ser baştirîn karên rojnamevanî yên salê de tên dabeşkirin.


Di wê merasîmê de Payemnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Neteweyên Yekbûyî Mecîd Gilî, Xelata Ricardo Ortega werdigire.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê Duh vî demî 11:44 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.375 seconds