Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Serok Barzanî: Binpêkirina rêkeftinan rewşa Kurdên li Sûriyê aloz kiriye

Ji aliyê RÛDAW 5-12-2018
Serok Barzanî pêşwaziya Ebdilrehamn Apo kir
Serok Barzanî pêşwaziya Ebdilrehamn Apo kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî dilgiraniya xwe li hember paşeroja Kurdan li Rojvayê Kurdistanê û Sûriyê nîşan da û got, kiryar û biryarên yekalî û binpêkirina rêkeftinên di navbera aliyan de, bûye sedem ku gelê Kurd li Sûriyê di rewşeke aloz de derbas dibe.

 

Serok Mesûd Barzanî li bargeha xwe li Selahedîn pêşwaziya kesayetiyê siyasiyê Kurdê Rojava û Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo kir û da xuyakirin, ku ji ber biryarên yekalî û binpêkirina rêkeftinên di navbera aliyan de niha gelê Kurd li Sûriyê di rewşeke aloz de derbas dibe.

 

Di civînê de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi azadbûna Ebdilrehman Apo nîşan da û daxuyakirin ku cihê mixabîniyê ye, tekoşerekî Kurd bi destê aliyekî Kurdî bê girtin.

 

Serok Barzanî hêvî xwest, ku êşa gelê Kurd li Sûriyê bidawî bibe.

 

Barzanî herwi ji bilî derbirîna nîgeraniya xwe ya di derbarê paşaroja Kurdan li  Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, tekez li wê yekê kir ku daxwaza wan ji bo baştirbûna kêşeya Kurd li Sûriye tiştekî din bû, lê belê bi sedema reftar û biryarên yek aliyane û binpêkirina rêkeftinnameyên di navbera aliyan de niha rewş aloz ji bo gelê Kurd li Sûriya aniye holê û ev yek jî ji bo me hemûyan cihê mixabiniyeke mezin e.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê Duh vî demî 11:44 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.39 seconds