Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

YNK Qubad Talebanî bo Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê berbijêr dike

Ji aliyê RÛDAW 5-12-2018
Rûdaw

Silêmanî (Rûdaw) – Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaza du cîgiran û serokatiyekê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike, Tevgera Goranê jî daxwaza Cîgirê Serokê Herêmê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê kiriye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand, YNK daxwaza du cîgiran û serokatiyekê dike, yek ji wan Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ye, ku li gorî zanyariyên Rûdawê, berbijêrê wan bo vê postê Qubad Talebanî ye, herwiha bo Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî YNKê du berbijêr hene, ku ew jî Hakim Qadir û Derbaz Kosret Resûl in.

 

Erkan Elî got, YNK herwiha daxwaza Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî dike, ku bo vê postê jî Bêgerd Talebanî û Rêwas Fayeq berbijêrên vê partiyê ne.

 

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, di nava wezaretên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, YNK daxwaza herdu wezaretên Darayî û Pêşmerge kiriye.

 

Derbarê berbijêrkirina xwe de, Qubad Talebanî li ser twîtera xwe ragihandiye: “Min derî li ber ti pêşniyarekê negirtiye, ez li benda gotûbêjên YNKê li gel PDKê me, YNK her erk û berpirsatiyekê bispêre min, ez dê bi cih bînim.”

 


Peyamnêrê Rûdawê yê li Silêmaniyê herwiha dibêje, ew daxwazên ku YNK ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, heman ew post in ku Tevgera Goranê jî dixwaze werbigre.

 

Di nava Tevgera Goranê de li gorî zanyariyên ku ketine destê Tora Medyayî ya Rûdawê, ew jî daxwaza Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê dikin, pêştir jî Goranê daxwaza wergirtina posta Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê tevî du wezaretan kiribû, ku ji nav çar wezaretên Darayî, Pêşmerge, Pilandanîn û Çavkaniyên Xwezayî ew herdu wezaret ji wan re bêne destnîşankirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di civîna polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de, ku renge sibe yan jî dusibe bê encamdan, dê biryara dawî di derbarê berbijêrên wê partiyê de bê dan. Herwiha YNKê pakêcek amade kiriye daku li gel şanda PDKê danûstandinê bike.

 

Biryar e di destpêka heftiya bihê de şanda PDKê serdana Silêmaniyê bike.

 

Roja Duşembiyê 3ê Kanûna 2018, PDKê berbijêrên xwe bo postên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çar salên dahatî yekalî kir û Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesûr Barzanî jî bo Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berbijêr kir.

 

YNKê di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de ku roja 30ê Îlona îsal hat lidarxistin, 21 kursî bi dest xistine û piştî PDKê ku xwediyê 45 kursiyan e, di pileya duyem de ye. Herwiha Tevgera Goranê jî 12 kursî di hilbijartinên 30ê Îlonê de bi dest anîbû.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 22 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.36 seconds