VÎDEO - Şehîd Ebû Leyla li Kobanî.../ YPGê daxuyanî da

06-06-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurd Fermande Ebû Leyla Operasyona Minbic Şehîd Kobanî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Îro cenazeyê Fermnadeyê HSDê, Feysel Ebû Leyla bi merasîmeke leşkerî  i goristana şehîdan a bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi axê hat spartin.

 

Ebû Leyla (Babê Leyla) roja 2ê Hezîranê di operasyona rizgarkirina Mibicê ji detsê DAIŞê de bi giranî birîndar bibû û bo dermankirinê bi rêya helîkoptereke amerîkî ve bo Başûrê Kurdistanê hatibû veguhastin.

 

Ji ber giraniya birînên wê, Ebû Leyla duh yekşemî 5ê Hezîran a 2016an li nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê şehîd bû.

 

Ebû Leyla endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandeyê Ketîbeya Şems El-Şemal bû û di berxwedana Kobanî ya li dijî DAIŞê de mil bi milên şervanên Kurd ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şer kiribû û li wir birîndar bibû.

 

Ebû Leyla herwiha di şerên Serêkaniyê, Girê Spî, Bendava Tişrîn, Bab û Minbicê de beşdar bibû.

 

Piştî şehîdbûna Ebû Leyla, cenzaeyê wî bo veşartinê bo Rojavayê Kurdistanê hat birêkirin û îro duşemî li Goristana Şehîdan a Kobanî bi beşdarbûneke girseyî bi axê hat spartin.

 

Ji ber merasîma veşartina fermande Ebû Leyla, û weke rêzgirtinê bazarên Kobanî hatin girtin.

  

Salih Muslim di merasîmê de amade bû

 

Di merasîma bi ax spartina Fermande Feysel Ebû Leyla de, Hevseorkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî beşdar bibû.

 

Ebû Leyla li Kobanî û dema ku zêdetirî 4 mehan Kobanî di bin dorpêçe û êrişa tund a çekdarên DAIŞê de bû, li dijî wê rêxistina tundrew şer kiribû.

 

Ebû Leyla sala 1984an li gundê Qererişk a girêdayî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû, 8 salan li bajarê Minbicê jiyabû û xebitîbû. Piştî destpêkirina kirîza li Sûriyê, tevlî hêzên dijbereyê bibû.

 

Ebû Leyla beşdarî di hêza bi navê Cebhet El-Ekrad a girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê bibû û piştre navê wê hêzê bo Suwar Sûriya (Şoreşgerên Sûriyê) guherandibû.

 

YPGê daxuyanî da

 

Fermandeyiya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê şehîdbûna Fermande Feysel Ebû Leyla de daxuyanî da.

 

YPGê ragihand, Ebû Leyla li bajarê Minbicê, cihê ku bi salan lê jiyabû, birîndar bû.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin, ku fermandeyê Kurd bi qehremanî li Kobanî şer kir û tê gotin, zêdebarî ku bavê 4 keçeikan (Leyla, Rehef, Serhildan û Xwînda) bû, lê Ebû Leyla hizir li xwe nedikir.

 

YPGê herwiha destnîşan kir, ku Fermande Ebû Leyla di her demî de bo şervanên xwe wek mînakekî û herwisa kaniya moral û hêviyê bû. Li gor daxuyaniyê YPGê, Ebû Leyla kesatiyekî şoreşger bû ku li her derî û di her erkî de wek fermandeyekî karîzmatîk amade dibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst