Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

HUDA-PAR: Tirkiye ti pêngavan nahavêje

Ji aliyê RÛDAW 6-9-2017
Şeyhmus Tanrikulu
Şeyhmus Tanrikulu

Navenda Nûçeyan – Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Şeyhmus Tanrikulu ragihand, ku eger hikûmeta Tirkiyê perwerdehiya bi zimanê kurdî qebûl bikira û zimanê kurdî bikira zimanê fermî, dê pirsa kurdî çareser bibûya. Lê hikûmet li ser van her du mijaran ti pêngavek nahavêje.

 

Şeyhmus Tanrikulu ji ajansa nûçeyan a DHAyê re ragihandiye, ku di "pêvajoya aştiyê" de xeletiyeke mezin hate kirin ku PKK weke nûnerê hemû kurdan hate qebûlkirin û pêvajo bi awayekî şefaf nehate birêvebirin.

 

Tanrikulu aşkere kiriye ku piştî referanduma 16ê Nîsanê, li bendê bûne ku hikûmeta Tirkiyê li ser pirsa kurdî pêngavek biavêje û pirsa kurdî çareser bike û got:

 

“Perwerdehiya bi zimanê zikmakî û qebûlkirina zimanê kurdî weke zimanekî fermî, dê pirsa kurdî bi temamî çareser bikira. Lê li ser van her du mijaran hikûmet ti pêngavan nahavêje, an jî naxwaze biavêje.”

 

Şeyhmus Tanrikulu herwiha diyar kiriye: “Di sedsala 21ê de ku dayîna maf û azadiyan zêde bûye, li welatekî ku 20 - 30 milyon mirov dijîn, tenê vekirina kanaleke televîzyonê û gotinên 'Kursên taybet ên ziman serbest e' û 'Ev azadî bila têra we bike' kes qebûl nake. Lê hikûmet li ser vê mijarê pêngavekê navêje.”

 

Tanrikulu amaje bi wê yekê kiriye, ku divê pirsa kurdî bi kurdan re û mijara çekan jî bi PKKê re were çareserkirin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.64 seconds