Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî: 25ê Îlonê roja ragihandina serxwebûnê ye

Ji aliyê RÛDAW 6-9-2017
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku roja 25ê Îlonê roja ragihandina serxwebûnê ye, lê belê pêngavên din pêwîstî bi karkirinê heye û eger ku bibe, berê Newroza 2018ê serxwebûn dê were ragihandin. Barzanî herwiha got, ku zext û guvaşeke zêde bo paşxistina referandumê heye û tekez kir, ku zêdebarî hemû guvaşan, ew li ser biryara referandumê rijd in û dê referandum di roja 25ê Îlonê de were kirin.

 

Mesûd Barzanî îro di gotarekê de bo hunermend û rojnamevan û nivîskaran de li bajarê Hewlêrê aşkere kir, ji bo ku referandum paş bikeve, gelek guvaş li wan tê kirin.

 

Barzanî got, guvaşeke mezin heye bo paşxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê, lê belê tekez kir, ku ew rijdin li ser biryara xwe û dê referandum di dema xwe ya diyarkirî de di 25ê Îlonê de bihê sazkirin.

 

Barzanî bi gotina, ti veger ji biryara referandumê nîne û biryardan li ser encamdana referandumê, berovajiyê ti yasayekê navdewletî nîne, da xuyakirin: “Mafê çarenivîsê mafekî rewa ye û me ti yasa û urfkî navdewletî binpê nekiriye.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ku biryara referandumê biryara hemû aliyên siyasî ye ne ya partiyekê an jî kesek bi tenê û tekez kir, ku eger kesek wisa nîşan bide, ev yek zulmeke mezin e. Mesûd Barzanî got: “Referandum ne muzayede ye û ne jî kerta fişarê, belku mafê rewa yê gelê me ye.”

 

Derbarê mana li gel Iraqê de, Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku li Iraqê şirîkatî nîne û destûra Iraqê hatiye binpêkirin, her ji ber wê yekê jî gelê Kurdistanê biryara referandumê daye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi rewşa Iraqê kir û bi gotina li Iraqê mezhebgerayî desthilatdariyê dike, destnîşan kir: “Yek rêkevtin nîne ku me bi hikûmeta Iraqê re kiribe, û heta dawiyê hatibe cîbicîkirin û nehatibe binpêkirin.”

 

Barzanî bang li rayedarên Iraqê kir û ragihand: “Madam ku li Bexdayê we şirîkatî qebûl nîne, nabe ku hûn gazindan ji cudabûnê jî bikin. Destûra Iraqê rê dide me ku em referandumê bikin.”

 

Derbarê qonaxa piştî referandumê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku roja 25ê Îlonê roja ragihandina serxwebûnê ye, lê belê gotûbêjên li gel Bexdayê bi beşdariya serkirdatiya Kurdistanê û hemû aliyan dê berdewam bin.

 

Mesûd Barzanî aşkere jî kir, ku gelek guvaş li ser wan heye, daku referandum were paşxistin. Barzanî li ser vê yekê got: “Gelek fişar hebûne ji bo paşxistina referandumê, me daxwaza alternative kir û heta îro jî alternatîv nînin û em jî rijd in li ser encamdana referandumê.”

 

Barzanî derbarê dewleta Kurdistanê de jî destnîşan kir: “Dewleta dahatî ya Kurdistanê, dê komarî û federalî be û dê bi hemû şêweyekê jî demokratîk be, biryara dawî jî li cem gelê Kurdistanê ye. Paşeroja Kurdistanê ji hemû aliyan ve baştir dibe û em dê piştrast bin ji paşeroja xwe. Di demên bihorî de jî me selimandiye, ku em faktorê îstiqrarê ne ji bo cîranên xwe.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Gelek derfetên me hebûn di demên berê de, lê belê renng e ev dawî derfet be. Xwezî me zûtir ev biryara bidaba, eger ev derfet ji destê me biçe, xwedê dizane derfeta wisa mezin dê kengê were. Yan divê em ji vê qonaxê derkevin û yan jî divê em dest ji hemû tiştan berdin û bidin destê qeza û qederê. Min qet negotiye ku ev pirs xeteriya mezin têde nîne, lê belê xeteriya çaverêbûnê kujertir e.”

 

Li ser helwesta welatan derbarê referandumê de jî, Barzanî diyar kir: “Renge heta demekê fişarê li me bikin, lê belê cîhan li ser (esasê) berjewendiyê diçe û ew jî serederiyê li gel defaktoyê dikin. Ew pêştir li gel federaliyê jî nebûn, li gel hebûna Pêşmerge nebûn, lê belê defaktoyê ew neçar kirin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê dengê Belê û Nexêr di referandumê de kir û da xuyakirin: “Belê yan Nexêr wateya demokrasiyê ye û divê xelk bi xwe hilbijêrin ku deng didin çi. Ewên dibêjin Nexêr, divê bersiva gel bidin. Ez qet di vê baweriyê de nebûm, ku ti kes li Kurdistanê hebe bêje, Nexêr, her çend ku mafê wan e.”

 

Derbarê rewşa jiyana xelkê û rewşa aboriya welat de jî, Mesûd Barzanî got: “Divê hikûmet çareseriyekê bo wan pirgsirêkan bibîne û partî jî dive alîkarê hikûmetê bin, ne ku tenê renxe bigirin.”

 

Şîrove

 
Bernas | 7-9-2017
Ti reyên din li ber mîletê Kurd nîne. Armanca herî dawî ya gelêkî ew e, ku izetî-nemûsa gelî xwe, mîletî xwe dijî xelkê/neyar biparêz e. Ew jî tenê bi dewlet dibe, dewleta xwe,, na ya xalkê. Kesek ne dijî dadî, demokrasî û azadîyê ye. Bes ew piştî gîştpirsî jî dibin, piştî 25 îlon jî dibe. Bo vê jî 25`ê îlon ne dawî û tofana dadî û demokrasîyê ye, beravjî destpêka wê ye, armanca herî pîroz ew e, ku kKurd bigehêjin dewleta xwe ya pîroz. Em ê çawa rabin, dijî tiştekî PÎROZ rêz bigirin, bibêjin "nexêr" ? Kesek we qebûl nake; ti vijdan û îman û mîriovatî wê qebûl nake; kesek wê achşitî qebûl nake… Mafê kesî nîne, li ser xwîna bi deh hezaran şehîdan dîkîyatî bike; bi Malîkî va dest bidin destê hev, dijî Kurdistan û dewleta Kurdistan derbikeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.672 seconds