Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Silêmanî li hêviya termê Mam Celal e

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
Silêmanî

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmanî amadekariyên ji bo pêşwazîkirina termê Celal Talebanî bidawî bûne. Biryare nimêja cenazê û rêkarên olî li Mizgefta Mezin were kirin. Hemwelatiyên bajêr ji sibê ve li ber Mizgefta Mazin kom bûne û li hêviya hatina termê Mam Celal in.  

 

Li gorî dema Almanyayê demjimêr 06.00ê sibê, wate 07.00ê dema Kurdistanê, balafira ku termê Mam Celal hildigre ji Almanyayê da rê û biryare demjimêr 10.30ê bigihe Silêmaniyê.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî ragihand: “Rêkarên olî yên termê Mam Celal dê li Mizgefta Mezin were kirin. Ji ber vê tîma protokolê hemû kolan û riyên derdora mizgeftê girtine.”

 

Xelkê Silêmaniyê, ku ev çend roj in ji bo Mam Celal şîn digrin, îro ji danê sibê ve hatine Mizgefta Mezin.

 

Hemwelatiyekî got: “Bajêr, kolan û esmanê Silêmaniyê ji bo Mam Celal digrî. Silêmanî bi koça wî bê naz ma!”

 

Herwiha hemwelatiyekî din ê pêşmergeyê dêrîn ji berîka xwe bîranîneke Celal Talebanî derxist û got: “Divê em rêbaza wî ji bîr nekin. Hezar silav ji bo gora wî. Divê em hemû jê re dua bikin.”

 

 

 

 

Hevdem peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman jî ragihand, ku li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê jî ji bo pêşwazîkirina termê Mam Celal hemû amadekarî hatine kirin. Biryare li firokexanê rêwresmek were kirin.

 

Biryare di dema gihiştina termê Mam Celal de 21 top û 21 gulle werin teqandin.

 

Mam Celal roje Sêşema 3ê Cotmeha 2017ê li nexweşxaneyekê Almanyayê koça dawî kir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber wefata Celal Talebanî, hefteyek şîna giştî li Kurdistanê ragihand.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
412 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-16 9:49:02 PM
Bi Xwedê ez nizanim çi bibêjim! Divê Pavel Talibanî û Hero-Xanê li Kerkukê li pêş Çavê Cemawirê li Sêdarê bidin! Ez ta niha jî bawer nakim çi bi Serê...
lolozano | 2017-10-17 11:35:00 AM
Li dema Serokê Herêma Kurdistanê mizgînî da Miletê xwe yê Kurd gazî kir dot,dengên xwe,vê carê ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin qedera xwe,bi...
Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amîrî de eşkere bû
| 23 demjimêr berê | (2)
Ali As | 2017-10-17 9:45:43 AM
Bijî xelkê êzîdî
Sererkanê berî yê Iraqê: Barzanî got bila Şingalî biryara xwe bidin
| 10 demjimêr berê | (1)
sercan | 2017-10-17 8:32:17 AM
We her derê wala kirîye û h^z^n peşmerge paşve keşaye bila BaşîkÊ jî wala bikin ku hêzên tirk û Iraqê bi hev re şer bikin.. Hezar caran mixabin ku...
Pêşmerge ji Başîkê venekişiyaye
| 12 demjimêr berê | (1)
xebat | 2017-10-17 8:30:29 AM
Birevin bave min birevin û dema qamerayeki bibinin pesna bidin xwe...xwade belaxwe bide neyar û xain û tirsoneka, we dilemin kurden welatparez und...
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
| 13 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.36 seconds