Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hevseroka KCDê: Başûra ku li hemberê Sedam serî netewandî îro serî natewîne

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
Rûdaw

Amed (Rûdaw) – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCDê Leyla Guven derbarê Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê û bertekên Îran û Tirkiyê de daxuyaniyên girîng da Rûdawê. Guven destnîşan kir ku di vê sedsalê de pêkutî û dorpêçkirin ne hêsan e û beşên din ên Kurdistanê bi Başûr re ye. Herwiha Guvenê got ku Başûra ku li hemberê zilma Sedam serî netewandî îro qet serî natewîne.

 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bal kişand ser vê yekê ku bi giştpirsiyê re derket holê ku Tirkiye û Îran di warê têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re ne dostane ne.

 

Guven got: "Di qada navnetewî de gellek lîstikên cûda cûda hene. Ev Îran û Tirkiyê ev dewletên ku bi Başûrê Kurdistanê re wekî xwediyê têkiliyên dostane dixûyan, dema Başûrê Kurdistanê got ku ´Ez dixwazim bi giştpirsiyê îradeya xwe beyan bikim´ hingê van dewletan bangî dinyê kirin û gotin ku ´Em bi ti awayî giştpirsiyê qebûl nakin´. Gelo çima? Ji Mele Mistefa Barzanî bigire heta birêz Celal Talebanî heta birêz Mesûd Barzanî ji bo Kurdistaneke azad hewl dan. Ev daxwaza wan e. Ew dikarin pergalekê di çarçoveya serxwebûnê de jî di çarçoveya xweserî-otonomî û federasyonê de jî bixwazin. Ti mafê ti kesî tine ye ku were bêje ku hûn çima referandûmê pêk tînin."

 

Derheqê egera pêkutî û dorpêçkirina aborî ya li ser Başûrê Kurdistanê de Hevseroka KCDê diyar kir, ku Kurdistana ku li hemberê Sedam serî netewand îro qet serî natewîne.

 

Leyla Guven di vî warî de wiha axivî: "Niha li beramberê Başûrê Kurdistanê serî li pêkutiyan didin. Hêla hewayî hatiye girtin, nizanim dibêjin ku ´Em ê deriyê sînor bigirin´. Em jî wekî KCD dibêjin ku kes nikare Kurdan bitirsînin. Ger deriyan bigirin ew ê zerermend bin. Başûrê Kurdistan di her şert û mercan de li hemberê zilm û sitemkariya Sedam serî netewand, îro qet natewîne. Bila Tirkiye jî hişyarê xwe be. Li ku derê destkeftiyên Kurdan hebe, destdirêjiya wir dikin. Em wana bi tundî şermezar dikin."

 

Guven destnîşan kir, ku serxwebûn jî di nav de, gelê Kurd çi bixwazê ew dê piştgirî bidin wê. Guven wiha pê de çû: "Ew îradeya gelê Kurd e. Başûr îradeyekê nîşan da. Zêdetirî ji sedan 90 erê derket. Pêwîst e her kes li hemberê vê îradeyê rêz bigire. Bila kes nebêje ku ´Ez dikarim destwerdana wir bikim´. Bila Başûr rast û pêt bisekine. Em beşên din ên Kurdistanê daxwaz Başûr çi be, em ê pê re bin. Azadî, serbixweyî, xweseriya demokratîk yan jî pergaleke federatîf çi dibe bila bibe çi were xwastin jî mafê gelê Kurd e, mafê gelê Başûr e."

 

Leyla Guven herwiha tekez kir ku Tirkiye û Îran nikarin Başûr dorpêç bikin.

 

Herwiha li gor Hevseroka KCDê hikûmeta Tirkiyê ji bo dilê nijadperestan xweş bike wan gefan dixwe.

 

Guven, li ser pirsa ku ´gelo egera dorpêçkirineke aborî li ser Başûr heye´ wiha bersiv da:

 

"Bawer bin, Îran û Tirkiyê tenê qala pêkutiyan bikin lê belê dê nikaribin bikin. Ew nikarin deriyan li ser Başûr bigirin. Em di sedsala 21an de ne. Gelo dê kî bikare bêje ku ´Em deriyan qut bikin, nizanim çi li ser wan qut bikin´. Berjewendiya wan di Başûr de heye. Pêwîstiya Başûr bi wan tune ye. Ser erdê Başûr jî bin erda Başûr jî dewlemend e. Axeke dewlemend e.

 

AKP têk çûye. Ji bo ku ji aliyê nijadperest û MHPê re bibêje ku ´Ez wayê li hemberê wan têdikoşim´ van gotinên li dijî Başûr dibêjin. Lê belê zemîna wê yekê tune ye ku van gotinên xwe li dijî Başûr bixin piratîkê. Gelê Başûr ne bi tenê ye."

 

Şîrove

 
Sefwan | 7-10-2017
Sed hezar car dest xwesh...rast e... Bashura Kurdistan safî bi ajilde, çandinî dikaret 3 dewletan xwedî biket ne safî Bashura Kurdistan...gelo kê kî hewceya kê kî yet...
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 17 demjimêr berê | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| 20 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| Duh vî demî 08:49 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.516 seconds