Amed (Rûdaw) – Hevwelatiyên Amedê li hember beyanameya giregirên eşîrên Kurdan a li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê bertek nîşan didin.
Çend giregirên eşîrên Kurd ên ji Wan, Mêrdîn û Şirnexê bi navê "Rûspiyên Kurdan" bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiyan û piştî civînê li dijî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê beyanameyekê belav kirin. Beşek ji wan giregirên eşîran di heman demê de di bin navê "parêzvaniya gundan" de alîkariya dewleta Tirkiyê dikin.
Li Amedê hevwelatiyên Bakurê Kurdistanê bertek nîşanî daxuyaniya wan kesan didin û dibêjin ku ew bi ti awayî nûnertiya Kurdan û rûspiyên Kurdan nakin.
Hevwelatiyê bi navê Evdilhelîm ji Rûdawê re ragihand: “Ev zilm e ku bi ser van Kurdan de dikin, weke din ti tiştekî nîne, armanca wî çi ye, bi Îranê re bi Iraqê re, bi Sûriyê re, sedem çi ye ev qas sal e Kurd bindest e, êsîr e, her dem komkujî û kuştin.. ew çi qezenc dikin?”
Hevwelatiyê bi navê Rizgar jî got: “Ew rûspiyên ku ji vir çûne, nûnertiya Bakurê Kurdistanê nakin, çawa dê biçin nûnertiya Başûrê Kurdistanê bikin. Em jî dixwazin, piştî ku referanduma Kurdistanê çêbû, dewleta Kurdistanê çêbe.”
Homan jî destnîşan kir: “Em wan weke rûspiyên xwe nasnakin, referandum mafekî rewa yê Kurdan e, ji ber ku Kurd nabe gef ji bo çi aliyekî, Kurdên ku li dijî referandumê raweste weke xayîn têne naskirin.”
Hevwelatiyê bi navê Hesen aşkere kir: “Ew nûnertiya me nakin, berê jî me firotibûn Osmaniyan, ew jî eynî zîhniyet in, em wan qebûl jî nakin, kesên ku nûnertiya me dikin jixwe îrada me diyar e, me raya xwe daye wan, her bijî Kurdistan.”
Salime jî got: “Ew ne rûspiyên me ne, çawa rûspiyên me ne, ji me re dê çi alîkarî bikin?”