Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Hevseroka HDPê: Giştpirsî bijarde û biryara gel bi xwe ye.

Ji aliyê SERKAN İNCE 6-10-2017
Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay

Amed (Rûdaw) – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Serpîl Kemalbay derheqê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê û helwêsta Tirkiyê de ji Rûdawê re axivî.

 

Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbayê hikûmeta Tirkiyê wekî “deshilateke ne rewa” bi nav kir û wiha pê de çû:

 

“AK Partî bi polîtîkayên tundî û şer, bi gendelî û bi rêbazên ku di hilbijartinan de serî lê dide êdî bûye deshilateke nerewa. Ev derdora salekê ye, Tirkiye bi makeqanûn û qanûnan nayê birêvebirin. Qanûndaner û dadgeh ne bêalî ne. Lewma ev gavên ku deshilata AKP û serayê diavêjin ji niha ve Tirkiyê dixe nav serpêhatiyên nediyar. Em ne bi gavan re ne. Jixwe em deshilata AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin. Ji bo her çar parçeyan jî em piştgiriyê didin tevgerên Kurdî. Tenê bi çareseriyeke aştiyane, li her çar beşan jî gel dikarin di nav aştî û aramiyê de bi hev re yeksan û azad bijîn.”

 

Kemalbayê diyar kir ku gişpirsî mafê gelê Kurd e jî û di vî warî de wiha axivî:

 

“Giştpirsî bijarde û biryara gel bi xwe ye. Divê tenê rêz li wê îradeyê bigirin. Tirkiye ji bo fêde û sûda wê bigihêje aştiya herêmî divê deshilateke aştîxwaz bê ser text. Manor û tetbîqata leşkerî ya li ser sînor û bi birçîhêştinê gefên li dijî gelê Kurd pir şerm û fedî ye. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hemû xwişk û bira ne. Aştî û siberojeke azad mafê gelên herêmê ye jî. Em ê di vî warî de têbikoşin. Herwiha têkoşîna me ya li dijî vê deshilatê jî dê berdewam bike.”

694 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.562 seconds