Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Balafira termê Mam Celal hildigre gihişte Silêmaniyê

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
Silêmanî
Silêmanî

Silêmanî (Rûdaw) – Balafira ku termê Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî hildigre di van kêliyan de gihişte Silêmaniyê. 

 

Ji bo Mam Celal li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê merasîmeke taybet tê sazkirin.  Termê Mam Celal gihişte Silêmaniyê. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî û hevjîna Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed jî di balafirê de ne. 


 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca beşdarbûna merawîma oxirkirina Talebanî çûne Silêmaniyê.

 

Di merasîmê de nûner û serkirdeyên partiyên Kurdistanê, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê û herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade ne.

 

Biryare piştî rêwresmê termê Mam Celal li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê were şûştin û paşî li Dabaşana Silêmaniyê were veşartin.

 

Jiyannameya Mam Celal

 

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li bintarê Çiyayê Kosret ji dayik bûye.

 

Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.

 

Di destpêka Şoreşa Kurdistanê de, di sala 1961 de ku paşê weke Şoreşa Îlonê hat naskirin, roleke sereke dîtiye.

 

Di salên paşê de rojnamevan û siyasetmedar û pêşmerge bûye, herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.

 

Di nîveya duyem a salên 60î ya sedsala bihorî de nakokî li gel serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hebûye û ewên ku li gel wî hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.

 

Piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1971, Mam Celal bo nûneratîkirina Şoreşa Kurdistanê bo heyamekê çûye Beyrûtê.

 

Sala 1975 li gel çend hevalên xwe yên li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand û bû sekreterê giştî yê vê partiyê.

 

Bi dirêjiya salên dawiyê yên dehsalên 70 û 80 yên sedsala bihorî roleke serke di şoreşa Kurdistanê de dîtiye.

 

Di nîveya yekem a salên 80î de di çarçoveya danûstandina li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê de, hevdîtin bi serokomarê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên re kiriye, lê belê danûstandin bê encam bûn.

 

Sala 1986 li gel Idrîs Barzanî roleke sereke di damezrandina Eniya Kurdistanî de hebûye û li bajarê Tehranê rêkevtinek bo vê mebestê îmza kiriye.

 

Piştî Raperîna sala 1991 a Başûrê Kurdistanê, careke din di çarçoveya şanda Eniya Kurdistanî de diçe Bexdayê û hevdîtinê bi Sedam Hisên re dike û wê carê jî danûstandinên Kurd li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê bê encam dibin.

 

YNKê bi dirêjahiya damezrandina xwe 3 caran kongreya xwe encam daye û di her sê kongreyan de jî weke Sekreterê Giştî yê YNKê hatiye hilbijartin.

 

Di yekemîn hilbijartina Herêma Kurdistanê de ku sala 1992 birêve çû, bo rêberîtiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû kandîd.

 

Di nîveya duyem a salên 90î yên sedsala bihorî de li rêveberiya Silêmaniyê bû Serokê Herêma Kurdistanê.

 

Sala 1998 li gel serokê niha yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  bi nevbeynkariya Amerîkayê rêkevtinnameya Waşingtonê îmza kir û bi wê rêkevtinê dawî bi şerê birakujî hat, ku 4 sal bû di navbera YNKê û PDKê şerekî dijwar hebû.

 

Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003 de, Endamê Civata Desthilatdariya Iraqê bû û bo gerekê jî bû serokê wê civatê. Herwiha di dariştin û nivîsandina Desûta Iraqê de roleke sereke dît.

 

Roja 6ê Nîsana 2006ê bo yekemîn car di dîroka Iraqê de kurdek bû Serokomarê Iraqê, ku ew jî Mam Celal Talebanî bû.

 

Roja 22ê Nîsana 2006ê careke din bo gereke din bû Serokomarê Iraqê.

 

Ji ber ku posta Serokomarê Iraqê li ser bingeha lihevkirinê bo Kurdistanê bû, sala 2010ê jî cardin Mam Celal bû Serokomarê Iraqê.

 

Roja 18-12-2012 Mam Celal li bexdayê tûşî celteya (krîza) mejî bû û piştî 2 roj mana li nexweşxaneyeke Bexdayê bo Almanyayê hat şandin.

 

Talebanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed keça Îbrahîm Ehmed jiyana hevbeş pêk aniye û du kurê wan bi navê Qubad û Pavil hene.

 


Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
610 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şivan | 2017-10-17 10:21:31 PM
Derevo dike segbab.
Dillon: Em agahdar nînin ku Heşda Şeibî yan Supaya Pasdaran beşdarî êrişa Kerkûkê bûbin
| 3 demjimêr berê | (1)
mikaili | 2017-10-17 9:14:51 PM
bikujin ,eger we nekusht,ewe we bikujjin.tola kerkük hilgirin.
Li Bendava Mûsilê şer derket: 8 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
| 3 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-10-17 8:14:53 PM
Ewên ku bi şert xweztine,û gotine em Gişpirsîya serxwebûna Kurdistanê,bê Kerkukê,qebûl nakin,ewana dibêjin,heger Giştpirsî li Kerkukê nehata kirin...
Barzanî: Tişta ku li Kerkûkê qewimî encama biryara yekalî ya hin kesan bû
| 9 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-17 5:42:42 PM
dijmine bavan nabe doste lawan.aqile xwe topi sere xwe bikin, dibe hemu servanen kurdistane bibin yek u namusa kurdan azad bikin, va tista nahe qebul...
Dr | 2017-10-17 7:51:31 PM
Rudav bu adami bir daha bu kanalda gorursem bir daha sizi takip etmem!
CHP: Tirkiye dikare di navbera Hewlêr-Bexdayê de navbeynkariyê bike
| 9 demjimêr berê | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.734 seconds