Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Ji bo Mam Celal merasîma taybet hate sazkirin

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
Slêmanî
Slêmanî

Silêmanî (Rûdaw) – Li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî merasîmek taybet hate sazkirin.

 

Ji bo Mam Celal li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê merasîmeke taybet tê sazkirin.  Termê Mam Celal bi ala Kurdistanê hatibû pêçan. Di destpêka merasîmê de sirûda Ey Raqîb û sirûda nîştîmanî ya Iraqê hate xwendin.

 

 

 

Paşî Serokomarê Iraqê û hevrêyê Mam Celal, Fûad Mehsûm yekemîn qewzagulan danî pêş tabûta Mam Celal.

 

Duyemîn qewze gul jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate danîn.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma oxirkirina Talebanî de amade ne.

 

 

 

Di merasîmê de nûner û serkirdeyên partiyên Kurdistanê, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Balyozê NY li Iraqê Jan Kubîs, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Duglas Siliman, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê, Balyozê Îtalyayê li Iraqê û herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade ne.

 

Biryare piştî rêwresmê termê Mam Celal li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê were şûştin û paşî li Dabaşana Silêmaniyê were veşartin.

 

 

 

 

Jiyannameya Mam Celal

 

Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li bintarê Çiyayê Kosret ji dayik bûye.

 

Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.

 

Di destpêka Şoreşa Kurdistanê de, di sala 1961 de ku paşê weke Şoreşa Îlonê hat naskirin, roleke sereke dîtiye.

 

Di salên paşê de rojnamevan û siyasetmedar û pêşmerge bûye, herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.

 

Di nîveya duyem a salên 60î ya sedsala bihorî de nakokî li gel serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hebûye û ewên ku li gel wî hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.

 

Piştî rêkevtinnameya 11ê Adara 1971, Mam Celal bo nûneratîkirina Şoreşa Kurdistanê bo heyamekê çûye Beyrûtê.

 

Sala 1975 li gel çend hevalên xwe yên li bajarê Şam a paytexta Sûriyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê damezrand û bû sekreterê giştî yê vê partiyê.

 

Bi dirêjiya salên dawiyê yên dehsalên 70 û 80 yên sedsala bihorî roleke serke di şoreşa Kurdistanê de dîtiye.

 

Di nîveya yekem a salên 80î de di çarçoveya danûstandina li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê de, hevdîtin bi serokomarê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên re kiriye, lê belê danûstandin bê encam bûn.

 

Sala 1986 li gel Idrîs Barzanî roleke sereke di damezrandina Eniya Kurdistanî de hebûye û li bajarê Tehranê rêkevtinek bo vê mebestê îmza kiriye.

 

Piştî Raperîna sala 1991 a Başûrê Kurdistanê, careke din di çarçoveya şanda Eniya Kurdistanî de diçe Bexdayê û hevdîtinê bi Sedam Hisên re dike û wê carê jî danûstandinên Kurd li gel hikûmeta wê demê ya Iraqê bê encam dibin.

 

YNKê bi dirêjahiya damezrandina xwe 3 caran kongreya xwe encam daye û di her sê kongreyan de jî weke Sekreterê Giştî yê YNKê hatiye hilbijartin.

 

Di yekemîn hilbijartina Herêma Kurdistanê de ku sala 1992 birêve çû, bo rêberîtiya Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû kandîd.

 

Di nîveya duyem a salên 90î yên sedsala bihorî de li rêveberiya Silêmaniyê bû Serokê Herêma Kurdistanê.

 

Sala 1998 li gel serokê niha yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  bi nevbeynkariya Amerîkayê rêkevtinnameya Waşingtonê îmza kir û bi wê rêkevtinê dawî bi şerê birakujî hat, ku 4 sal bû di navbera YNKê û PDKê şerekî dijwar hebû.

 

Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003 de, Endamê Civata Desthilatdariya Iraqê bû û bo gerekê jî bû serokê wê civatê. Herwiha di dariştin û nivîsandina Desûta Iraqê de roleke sereke dît.

 

Roja 6ê Nîsana 2006ê bo yekemîn car di dîroka Iraqê de kurdek bû Serokomarê Iraqê, ku ew jî Mam Celal Talebanî bû.

 

Roja 22ê Nîsana 2006ê careke din bo gereke din bû Serokomarê Iraqê.

 

Ji ber ku posta Serokomarê Iraqê li ser bingeha lihevkirinê bo Kurdistanê bû, sala 2010ê jî cardin Mam Celal bû Serokomarê Iraqê.

 

Roja 18-12-2012 Mam Celal li bexdayê tûşî celteya (krîza) mejî bû û piştî 2 roj mana li nexweşxaneyeke Bexdayê bo Almanyayê hat şandin.

 

Talebanî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed keça Îbrahîm Ehmed jiyana hevbeş pêk aniye û du kurê wan bi navê Qubad û Pavil hene.

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
782 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (1)
Azad Dîlokî | 2017-10-22 7:50:41 AM
Bi vê nûceyê ez serbilindim bi RÛDAW ê û ez karê we pîrozdikim, HERHEBIN!
Ji ENEXê bo Rûdawê: Berdewamkirina karê profesyonel girîng e
| Duh vî demî 08:29 | (1)
de | 2017-10-22 6:55:41 AM
we humarik list ji boye berjiwendiye xwe kurdistan ji sedi 50% cu, naha aqil bigren, ew sert u mercen Irake tunebuna kurdistaneye, dibe kurd xwe topi...
‘Kes dê nikare îradaye serxwebunê bişkîne’
| Duh vî demî 06:35 | (1)
botan | 2017-10-21 10:51:54 PM
gele kürd greke zanibi go mala talabani kürdistan firotine ara u gereke av dijmin bene ditin ji boni kürde
Ajansa Parastin û Zanyarî ya YNKê: Metirsî li ser partiyên rojhilatî nîne
| Duh vî demî 08:49 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.422 seconds