Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Îran: Em hêvî dikin Kurdên Iraqê vegerin ser rêbaza Mam Celal!

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2017
Wezîrê Derve yê Îranê çepkegulek datîne ber cenazeya Mam Celal
Wezîrê Derve yê Îranê çepkegulek datîne ber cenazeya Mam Celal

Silêmanî (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, hêvî dike ku Kurdên Başûrê Kurdistanê vegerin ser rêbaza Mam Celal û got: “Îran dostê berdewam ê gelê Iraqê ye tevî Kurdên vî welatî, em xeletiya stratejîk a hin kesan, li ser Kurdên Iraqê nahesibînin.”

 

Mihemed Cewad Zerîf îro 6ê Cotmeha 2017an li Silêmaniyê beşdarî merasîma cenazeyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî bû û di merasîmê de ji rojnamevanan re axivî. Zerîf tekezî li ser wê yekê kir, ku rêzê li niştimanî û yekîtiya axa Iraqê digrin.

 

Mihemed Cewad Zerîf herwiha got: “Îran dosteke berdewam a gelê Iraqê ye û di nav wê de jî Kurdên vî welatî. Em xeletiya stratejîk a hin kesan, li ser Kurdên Iraqê nahesibînin.”

 

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir, ku hêvî dike her kesên li Başûrê Kurdistanê vegerin ser rêbaza Mam Celal ku bingeha yekbûn, aştî û yekîtiya axa Iraqê bû.

 

Zerîf weke din got: “Xwedê jê razî be Celal Talebanî dostê Îranê bû, xebatkarekî bû li dijî dîktatoriya Sedam Husên û her dem ji bo yekîtiya axa Iraqê hewl dida.”

Şîrove

 
delshad | 6-10-2017
rebaze mam jalal rahmati , kurdistana Sar xo by.
915 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
Kurdo | 2017-12-02 6:23:22 PM
Çend xweşe ku çareserî,bi Parîsê keve!Lê kes bawer nake ku bê Tehran û Qasim Suleymanî,çareserî,bi tenê bi Telefonê be.Heider Abadî,li Îraqê,Wekîlê...
Macron piştî civîna li gel Barzanî bi Ebadî re peywendiyek datîne
| 2-12-2017 | (1)
0.735 seconds