Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Keçên Kurd ên Êzdî pîrozbahiyê li Nadiya Murad dikin

Ji aliyê RÛDAW 6-10-2018
Keçên Kurd ên Êzdî kêfxweşiya xwe tînin ziman li beramber bidestxistina Xelata Nobelê ya Aştiyê ji aliyê Nadiye Murad ve

Hewlêr (Rûdaw) - Bidestxistina Xelata Nobelê ya Aştiyê ji aliyê Nadiye Murad bi hevbeşî ligel Pizîşkê Kongoyî Denis Mukwega ve, bo keçên Kurd ên Êzdî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne girîng e û wateyeke wê ya taybet heye.

 

Ew kêfxweşiya xwe tînin ziman li beramber bidestxistina Xelata Nobelê ya Aştiyê ji aliyê Nadiye Murad ve, bexşîna vê xelatê jî dibe ku bibe sedema kêmkirina beşek ji wan êş û derd û janên ji destê DAIŞê dîtine. Enwar Hemdî û Mûna Qasim sala 2014ê wek hezaran Êzdiyên din ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, lê piştre karîn birevin û niha jî li kampa koçberan dijîn.

 

Enwar Hemdî dibêje ku "ez Nadiya Murad pîroz dikim, gelek şanazî bû ji me Êzdiyan re û ji hemû Iraqê re. Divê em keçên di destê DAIŞê de hemû azad bikin. Me gelek êş û jan di destê wan de dît. Em dixwazin hemû rizgar bibin".

 

Herçiqas li Iraqê dawiya DAIŞê hatiye, lê dîsan bi sedan Kurdên Êzdî di nav kampan de dijîn û rewşa wan nebaş e. Gumana ji rewşa ewlekariyê, pirsgirêkên siyasî û nebûna projeyên aktîf bo avakirina navçeyên wan, vegera Kurdên Êzdî bo ser mal û milkên xwe dijwar kiriye. Lewra Mûna dibêje, divê birina xelatê bibe pêngavek bo piştgiriya zêdetir li Kurdên Êzdî.

 

Mûna Qasim diyar dike ku "ev xelat ji bo me Êzdiyan bûye piştgirî, bila dewletên din piştgirî bidin keçên Kurd ên Êzdî yên rizgarbûyî, ji ber ku derûniya wan nebaş e, li kampan dijîn, ji aliyê madî ve gelek lawaz in, ji hemû aliyan ve divê alîkariya me bikin, ne tenê Iraq, hemû dewletên cîhanê".

 

Heta niha bi kêmanî 3 hezar jin û keçên Kurd ên Êzdî yên Şingalê wenda ne, ku DAIŞê revandibûn. Roja Înê Lijneya Nobelê ya Norveçî, Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018ê da Nadiye Murad û Doktorê Kongoyî Denis Mukwega, li beramber wan hewldanên wan ên ji bo nehiştina tûndûtûjiya seksî wek çekekê di şer û pevçûnên leşkerî de.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.219 seconds