Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Goranê daxwaza Nêçîrvan Barzanî red kir

Ji aliyê RÛDAW 6-11-2017
Tevgera Goran daxwaza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê red kir

Silêmanî (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo vegera wezîrên ji Tevgera Goranê bo Encumena Wezîran lembeya kesk vêxist, lê Goran gelek bilez, ev daxwaz red kir. Berdevkê Tevgera Goranê ragihand: “Em daxwaz dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji kar bikşîne û hikûmeteke rizgariya niştimanî ya demkî were pêkanîn.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Cotmeha 2017an di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Tevgera Goran beşeke ji aliyê siyasî yê vî welatî ye. Ew di parlamentoyê de xwediyê kursî ne. Ez dixwazim demek ji ya din zûtir wezîrên Tevgera Goran vegerin nav hikûmetê.”

 

Piştî banga Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Berdevkê Tevgera Goranê Şoriş Hacî ji Rûdawê re ragihand: “PDK û YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê şikesteke mezin anîn, neku tenê şikest, bi ser gelê me de karesat anîn, ji ber vê yekê me daxwaz kiriye ku desthilatdar dest ji kar bikişînin. Kak Mesûd di bin her perde û îxracekê de be dest ji kar kişand. Em daxwaz dikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dest ji kar bikşîne û hikûmeteke rizgarî ya niştimanî ya demkî were pêkanîn. Tenê karê wê jî dê li gel Bexdayê gotûbêj be û amadekariya hilbijartinê be. Çimku nabe hikûmeteke ku şikest anîbe li bereyên şer, û bi ser neketibe, biçe li gel hêza serkevtî gotûbêj bike.”

 

Du salên derbasbûyî salên herî xirab ên pêwendiyên navbera Tevgera Goran û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, tevî hemû hewldanên navbeynkar û destpêşxeriyên ji bo başkirina navbera her du partiyan tiştek neguherî. Her dema ku aliyekî mercê xwe ji holê radikir, aliyekî din mercekî din datanî ji bo lihevhatinê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.375 seconds