Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Ji aliyê Vîviyan Fetah 6-11-2018
Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Tirkiye û rejîmê

Êrişên Tirkiyê bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam dibin an dê bêne rawestandin, pêgeha Kurd di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de çî ye? Gelo deriyê danûstandinên bi Şamê re hatiye daxistin? Gelo metirsî heye ku senariyoya Efrînê li hin navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe û çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê ber bi ku ve diçe?

 

Ji bo gotûbêjkirin û nirxandina van mijaran û çend mijarên din hevkara me Vîviyan Fetah ji Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek bi Berpirsê Navenda Pêwendiyên Dîplomatîk ên Tevgera Demokrat (TEV-DEM) Aldar Xelîl re encam daye û Aldar Xelîl di vê hevpeyvînê de bersiva pirsên Rûdawê dide.

 

Rûdaw: Niha Tirkiye êrîşî Minbic, Kobanî û Girê Sipî dike, hûn wê yekê çawan dinirxînin?

 

Aldar Xelêl: Êrişên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û bi giştî jî li ser bakur-rojhilatê Sûriyê ne tiştekî nû ye. Di dîroka xwe de herdem tirk û hikûmetên wan li dijî îradeya kurdan, li ku dibe bila bibe, derketine û ew ti carî qebûl nakin ku, îradeya Kurd derkeve pêş û herwiha projeyeke demokratîk pêş bikeve. Eger bê bîra we ji 2012an vir ve pêvajoya buhara gelan li Sûriyê dest pê kir û ji vê saetê vir ve herdem Tirkiye li dijî çi pêkhateyek an guhertinek an pêşkevtinek ku li vê herêmê çêbe, xebitî. Di destpêkê de di aliyê ragihandinî de, di aliyê siyasî de, di aliyê leşkerî de û bi şêwazên cur bi cur êrîşî me kirin. Di 2012an de grûpên çekdar şandin Serê Kaniyê, piştî wê hinek grûp şandin aliyê Efrînê û derdora wê. Piştre êrîşî Kobanî kirin. Wana tevde bi talîmata tirkan êrîş kirin. A niha jî ew berdewamiya wê ye, ji ber wê heta eger bê bîra we, li Başûrê Kurdistanê referandum çêbû û beriya her kesî Tirkiye li dijî wê derket. Yanî Tirkiye li dijî wê yekê ye ku îradeyeke gelan li herêmê ava bibe û bi taybetî weke fobiyekê li dijî kurdan li cem wê heye.

 

Rûdaw: Dibe ku ev destpêka êrîşeke berfireh an operasyoneke berfireh be yan jî dê di vê astê de dê were rawestandin?

 

Ev pêwendî heye bi pêşkevtin û amadekarî û helwestên ku bêne diyarkirin. Eger em karibin weke gelê Kurd û tevahiya gelên ku li herêmê yên ku bi me re di nav vê projeyê de bi hev re ne, em tevde xebatekê bikin û çalakiyan bikin di aliyê dîplomasî de, di aliyê gelêrî de, heta di aliyê bi rêxistinên navnetewî re, em rayeke giştî, hişyariyekê çêbikin, bêguman ew dê bibe zextek, û di aliyê din de eger di hundir de amadekariyên me hene, gelê me bi biryar li ber xwe bide, wê demê ew jî dê neçar bin ku wan tiştan tevadi ber çavan re derbas bikin. Lê em vê dizanin ku tirk ti carî rihet rihet û zû bi zû hebûna projeyeke demokratîk di vê herêmê de qebûl nake.

 

Dê çawan qebûl bike, yanî alternatvî li cem we çi ne ku hûn wê yekê pê bidin qebûlkirin?

 

Niha em şoreşekê dikin, me şoreşa xwe dest pê kiriye, da ku em welatê xwe azad bikin, ji bo ku em sîstemeke demokratîk ava bikin, ji bo ku em bihêlin aramî di herêmê de çêbibe, herêma me bibe herêmeke mînaka demokratîk. Ew yek têkoşîn jê re lazim e, em ti carî wisa nefikirîne ku ew demokrasî dê pêk bê, û em dê azad bibin û hemû tiştê dê wisa rihet bibe, bêyî ku em têkevin nava berxwedanê û nava zehmetiyan. Wextê k utu şoreşekê dikî, divê tu zanibî ku li dijmin jî êrîşî te bikin, dibe ku her kes zehmetiyan ji te re derxîne û li bermaberê wê divê tu xwe amadekariyan bikî. Gelê me heta niha û ji 2011an û vir ve tiştên pir baş kirin, berxwedanên dîrokî kirin, li hemû deverê bû mînak, heta di cîhanê de jî bû mînak, gelekî şerker ku bi rihekî fedayî yê mezin, zarokên xwe bi fedakarî pêşkêş kirin ji bo serkevtina xwe, ji bo pêşxistina şoreşa xwe. Me heta niha gavên baş avêtine, lê hîn pêvajoyeke pir dirêj li pêşiya me ye. Me ti carî negotiye û em nabêjin jî ku şoreş qediya û aramî çêbû. Em dibêjin hîn em di gavên destpêkê yên şoreşê de ne, yanî em dê şoreşê bikin. Wextê ku te şoreş kir, divê tu hemû zehmetiyên wê jî bidî ber çavên xwe.

 

Welatên Hevpeymaniya Navdewletî ti soz dane we derbarê ragirtina wan êrîşên Tirkiyê yên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê de? Bi taybet Amerîka, Amerîka çi ji we re gotiye?

 

Ew welatana, berjewnediyên wan hene, di herêmê de jî, di Sûriyê de jî û di herêma me de jî û her yek li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibe. Dibe ku a niha bo demek kurt baş be ku têkiliyên wan bi me re baş bin û li wê herêmê ku em bi hev re bin, lê sibe ku berjewendiya wan hate guhertin, dibe ku sozên xwe jî bixwin (nehînin cih). Ji ber wê em herdem wisa nêzîk dibin, li kêleka ku em herdem hewil didin, wan têkiliyan bipêş bixin û bibandor bikin, bihêlin ku biryarên wan hertim li aliyê me bin, yan jî eger di navbera me û tirkan de wextê ku bixwazin biryarê bidin, em herdem xwe bidin pêş, lê em wê jî dizanin ku em xwe di şoreşa xwe de, xwe nesipêrin sozên wan bi tenê. Ew soz mirov dikare demekê li ser wan hin karan bike, lê ya esas soza me bi xwe ye. Gelo em hemû tevde dê wê berxwedanê bipêş bixin an na? Emê tevde bi biryarî ji bo gihandina welatekî azad, ji bo pêkanîna jiyaneke azad, emdê têkoşîna xwe berdewam bikin an na? Eger em xwediyê soza xwe bin wê demê dê nebe pirsgirêk, wextê ku yê din soza xwe pêk anî yan pêk neanî. (Eger) pêk bînin karê me sivik dibe, pêk neanîn jî pêwîst e biryardariya me hebe.

 

Eger pêk nehînin, gelo ti kart di destên we de hene ku hûn Hevpeymaniya Navdewletî neçar bikin, sozên xwe ji we re pêk bînin? Şerê li dijî DAIŞê weke mînak?

 

Şerê li dijî DAIŞê rastiyek e ku heye li ser erdê û hîn jî berdewam e. Li derdora Dêrezorê deverên DAIŞê yên dawî tên dorpêçkirin û QSD di ser de diçe. Weke din jî îro ji %30ê axa Sûriyê em birêve dibin. Pir hêz di destê me de heye ku di pêşeroja Sûriyê de em xwedî rol bin. Ewên zana neçar in ku piştî pêvajoya nemana DAIŞê û bo çareseriya siyasî tiştekê bikin. Eger bi rastî bixwazin tiştekî bikin û yan hebûna xwe biparêzin, wê demê neçar in ku di projeya siyasî de me nas bikin, wê yekê bibînin ku em jî hêzek in. Jibo ku em di nav de hebin, wê demê divê hinek tiştan di ber çavan re derbas bikin û razîbûna me jî esas bigrin. Eger na dê pêşeroja Sûriyê jî, nexeşeya siyasî ya meşe ber bi pêşeroja Sûriyê ve dê tevlihev bibe.

 

Weke din tiştekî din heye, ew jî ev e ku me di vê şoreşê de tenê xwe weke Kurd nehîşt. Em Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen û gelên ku li wir dijîn, me tev kirin şirîkên xwe yên vê şoreşê, yanî em tev bi hev re ne. Ew bixwazin xedrekê li kurdan bikin, wê demê xedrekê li projeyê dikin, eger xedrê li projeyê kirin, ew yek dibe xedir li ser pêkhateyên din jî û ew ji bo wan giran dibe. Ew neçarin wan tiştan tevan hesab bikin. Ti kesî weke me li herêma Rojhilata Navîn projeyekî biratiya gelan ku her kes weke hev azad û wekhev jiyan bikin, pêş xistibe, tine ye. Em dixwazin doza Kurd jî çareser bikin, lê em nabêjin em ji gelên din qut bibin. Em dibêjin em dê pirsgirêka xwe çareser bikin lê bi gelên din re. Em weke mînakên din ku li hinek welatên din çêbûne, nakin û ew wan rastiyan tevan dibînin û neçarin ku wan di ber çavan re derbas bikin.

 

Tu behsa wê yekê dikî ku hûn xwedî hêzek bibandorin, ji sedî 30ê axa Sûriyê jî di destê we de ye. Li Efrînê jî hûn xwediyê heman hêzê bûn, çi tedbîrên we hene ku senariyuya Efrînê li navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê dubare nebe?

 

Rewşa Efrînê hinekî cuda bû û hêzên li li wir xwedî bandor bûn, hêzên navnetewî û hevsengiyê ku hebûn, cuda bûn. Heta ji ber ku di navenda herêmên din ên Rojava û Efrînê de, tirk dîsan herêmeke pir berfireh girtibûn û hinek zehmetiyên wê di wê aliyê de hebûn. Li aliyê qibleya (Başûrê)  Efrînê rejîm, li rojhilatê wê tirk bûn û êrîş jî dema ku li ser Efrînê pêk hat, ji sê aliyan ve pêk hat, yanî heta cebheya wê ya paş bi xwe jî nemabû û di aliyê siyasî de jî bêtir ewder di bin bandora Rûsyayê de bû. Lê li vir Rûsya bi tenê nikare biryarê bide. Ji bo ku îtirafek li dijî me pêk bê, gerek ew welatana tev şêwira xwe bikin yek. Rûsya ji bo ku piştgiriya trikan bike, ku zehmetiyek dikişand, li vir li herêma rojhilatê Firatê dê deh zehmetiyan bikişîne, ew jî çi ne; di vê herêmê de em weke navenda xebatê û hêza ku heye û berfirehbûna herêmê û heta di aliyê coxrafî de û di aliyê siyasî de berfireh e. Weke din hêzên ku li vir hene, welatên hevpeymaniyê tevde xwedî bandorin li vir, ya din Rûsya weke wan ne xwedî bandor e, heta dikarî bibêjî ku Rûsya bandora wê li vir tine ye. Di van herêman de çargoşeyên ewlehiyê yên rejîmê jî hene, hêzên Ereb hene, Suryan hene, Aşûrî hene, Kurd hene, yanî rewşek pir cuda ji ya Efrînê heye. Dibe ku ew faktor tevde dema k utu komî ser hev bikî, tabloyekî cuda derxe, lê ew nayê wê wateyê ku ez bêjim xilas, hemû tişt misoger e û êrîş pêk nayê. Dîsan jî divê em xwedî amadekarî bin. Em bi hêza xwe, tedbîrên xwe, parastinê bikin.

 

Bingehên Amerîkî yên ku li Kobanî hene, dê ti bandorê li ser rewşê bikin? Tevî ku ew ne bingehên mezin in, weke yên ku li Tirkiyê û Kendava Erebî hene?

 

A niha wextê ku amerîkî li vir bin bêguman bandora wan heye. Du leşkerên wan li cihekî bin, dikarin ji bo du leşkerên xwe pir tiştan biguherînin. Heta ku ew li vir bûn, bêguman ew dibe kelem li pêşiya Rûsya jî, li pêşiya Tirkiyê jî û li pêşiya rejîmê jî ku hinek tiştan bikin. Lê mijar di ku de ye, gelo eger wextekê îtîfaqekê bikin, dikare wê baregeha xwe rake jî. Tu nikarî bêjî wa li vir in û xilas, tiştek nabe. Lê heta ku li vir in, belkî tu dikarî bibêjî ez dikarim fêdeyê ji wê hebûnê bikim. Lê eger biryar hebe ku ji vir derkeve, dikare di nava çend saeta de biçe jî.

 

Hûn difikirin ku ji bo rê li ber Enqerê bê girtin ku derbasî rojhilatê Çemê Feratê nebe alîkariyê ji hikûmeta Sûriyê bixwazin?

 

Ji aliykariyê pêtir rejîma Sûriyê nûnerê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî ye. Di Encûmena Ewlehiyê de jî nûneritiya wê heye û heta niha jî hêzên navnetewî dema mijar dibe Sûriyê danûstandin ligel rejîma Sûriyê dikin. Minak Neteweyên Yekbûyî heta destûrê ji rêjima Sûriyê wernegire nayê navkeve heremeke Sûriyê. Madem ku di asta navnetewî de rejîm nûnernitiya Sûriyê dike girîng e ku ew xwedî li vê erka xwe derbikeve. Îro ew nûneritiya Sûriyê dikin wê çaxê divê bi fermiyeta Sûriyê rê li ber êrişan bigire û doza wê yekê bike. Divê ew nehêlin ti cihek ji Sûriyê bê perçekirin û yan jî Tirkiyê êriş bike. Heger bi rastî ew di vê plane de nebe yan jî çavên xwe ji vê mijarê re negrin divê di asta fermî de xwedî li vê mijarê derbikeve û helwesta xwe diyar bike. Heger helwesta xwe diyar nekir ew jî bi Rûsa re di nav îtifaqê de ne ji bo anîna tirkan.

 

Hûn ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyê hatine vexwendin û eger hûn beşdar bibin daxwazên we dê çi bin?

 

Jixwe bê destûreke nû ne mimkûne ku çareseriyek ji Sûriyê re were dîtin û îtifaq çêbibe û aramî jî çênabe û pêşerojekê jî ji Sûriyê re nayê avakirin. Heta niha ji bo vê yekê ti vexwendin çênebûne û ji xwe heta niha jî ev mijar di nav guftûgoyan de ye û gelek tişt zelal jî nebûne. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê nû dest bi karê xwe bike wê çaxê ev mijar dê bikeve rojevê. Rastiyek di ortê de heye ku em hêzeke ji nava Sûriyê ne. Wekî min got em ji sedî 30 vî welatî dirêve dibin. Destûr çi ye? Destûr. îtifaqa gelê bi hev re dijîn e, û pêkhat bibêjin têkilaya me li ser vî esasî ye û yan jî em dê welatê xwe bi vî rengî birêve bibin. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku destûrek çêbibe û em ne di nav de bin.

 

Ne ji bo mafê biratiya gelan, taybet ji bo mafê netewî yê gelê Kurd daxwazên we dê çi bin?


A niha mafê netewî yê gelê Kurd, bêguman azadiya gelê Kurd e, çand e, dîrok e, nasname ye, jiyana li ser erdê xwe yê dîrokî û Rojavayê Kurdistanê ye û ew yek rastî ne û nayên înkarkirin. Lê em vê yekê dizanin Rojavayê Kurdistanê nayê misogerkirin heger em têne wê bigerin. Em bibêjin tenê Rojavayê Kurdistanê û tenê Kurd û em gelên din jî bi xwe re nekin şîrik û sistemek demkratîk ava nekin Rojava misoger nabe. Lê li beramberê wê tişteke din jî heye. Heger mafê Kurdan neyê dayîn û hebûna wan neyê qebûlkirin Sûriye jî nabe Sûriyeke demokratîk. Em çareseriyê tenê di bin siya sistema federal de dibînin yanî herêmên me bibin beşeke federal a di nav Sûriya giştî de. Ev herêm ne dê tenê Rojavayê Kurdistanê be. Em naxwazin xwe tenê di nav sînorên Rojava de bihêlin. Bila bakurê Sûriyê bi tev de bibe heremeke federal û bila herêmên din jî bi rengê herêm û kantonên cuda duda di nava xwe de xwe rêkbixin û xwe birêve bibin.

 

Heger navê vir bû herêma bakurê Sûriyê, Rojava Kurdistanê wê demê dê li kuderê bimîne, Kurdistan li kuderê dimîne?

 

Rojavayê Kurdistanê heremeke di nava herêma federal de ye. Herêma federal tev wek cografya ye. Li Bakurê Sûriyê hinek herêmên hene lê ne Rojavayê Kurdistanê ne. Wê demê tu nikarî ji tevahiyê re bibêjî Rojava.


Heger hûn beşdarî proseya destûra bingehîn bibin hûn dê vê projeyê pêşkêş bikin? Herêma federal bakurê Sûriyê di nav de jî Rojavayê Kurdistanê… Mebesta te ev e?


Belê rast e. Sistemeke federal dê li Sûriyê çêbibe û ew sistema federal dê li gorî lihevhatinê be. Herêmên beravê hene, herêmên orte hene, herêmên bakurê Sûriyê hene, herêmên başûrê Sûriyê hene û ev tevde dibin herêmên federal. Di hundirê van herêmên federal de êdî dê sistemek bi navê Sîstema Rêveberiya Federal çêbibe. Di Sîstema Rêveberiya Federal de sitemeke rêvebirinê çêdibe û Rojavayê Kurdistanê jê dê perçeyeke ji wê be.

 

Di van dema dawiyê de şandeke Rojavayê Kurdistanê serdana Fransayê kir û herwiha çend şandên Fransayê jî serdana Rojavayê Kurdistanê kirin. Mirov dikar bibêje ev ji bo peywendiyeke bihêz destpêk e? Tiştek bi vî rengî di rojeva we de heye?

 

Niha peywendiyên me bi Fransayê re di asteke bilind de hene û ez dikarin heta ku bibêjin hinek tişt di asta rojane de jî peywendî hene. Danûstandinên me berdewam in. Şandên wan jî têne vir û şandên me jî diçin. Ne tenê Fransa heta şandên welatên xwedî bandor ên cîhanî her tim têne Rojava. Ji ber rastiya rêveberiya li Rojava û heta jî rêveberiya bakurê Sûriyê ku dawiyê çêbûye hêzên xwedî bandor danûstandinan dikin û asteke bilind a peywendiyan heye. Ciheke taybet ê Fransayê jî di vê mijarê de heye û em di nava danûstandinan de ne. Hêviyên me ew in ku em van têkiliyan bikin hêzek ji bo pêşxistina projeya xwe û pêkanîna mafê gelê xwe.

 

Iraq dixwaze bi hikûmeta Sûriyê re deriyê Sêmalka bide girtin. Ti aliyeke behsa vê yekê ji we re kiriye ku eger bê girtin Rojava dikeve nava dorpêçekê de?

 

Na. Me ev mijar têne ji ragihandiyê bihîstiye.

 

Baş e, eger derî hat girtin helwesta wê dê çi be?

 

Em bi giştî naxwazin derdora me bê girtin û jixwe ji berê ve dorpêçek heye, lê pêwîst e ku ev herêm nekeve nav dorpêçê. Helwestên pêwîst di aliyên dîplomasî de dê bêne nîşandin daku deriyeke danûstandinê yê vê herêmê hebe.


Alternativên we hene eger ew derî bê girtin?

 

Niha ji bo Tilkoçer jî hinek hewldan hene ev derî were vekirin. Wekî din di hudirê Sûriyê de jî danûstandinên me bi herêmên din ên Sûriyê re hene ku di dema DAIŞê de qut bibûn. Bi Heleb û herêmên din niha deriyê me hene, lê bêuman her dem girîng e em bikarin deriyan bo derve vekin.

 

Rast e, lê deriyên bi nav Sûriyê re dibe ku nebin wekî deriyên din ên bi perçeyên Kurdistanê re. Peywendiyên we bi Başûrê Kurdistanê re di çi astê de ne?

 

Hêviyên me ew in ku tekiliyên me ne tenê bi rêyan deriyan re be wekî du welatên cuda û xeribî hev in û tenê danûstandin bi deriyên sînor bin. Di rastiyê de divê ev sînorên di navbera me de hatine danîn nebin. Îradeya gelê me yek e. Minak dema li Kobanî berxwedan hebû miletê başûr, miletê Rojhilatm miletê Bakur û heta ku miletê me yê çûne Ewropayê jî di nava çalakiyan û yek hestê de bûn û li wê berxwedanê xwedî derdiketin. Herwiha dema li Efrînê berxwedana serdemê dest pê kir dîsa li hemû deverên Kurdistanê ew helwest hebû. Niha jî dema êriş li ser bakurê Sûriyê û Rojava çêdibe em dîsa dibînin hemû gelê me xwediyê heman helwestê ne. Ev seknike pîroz e. Ev yek tê wateya sînorên dagirkeran çêkirinê di eslê xwe de ti wetayê wê nîne. Cardin dubarê dikim divê sînor di navbera me de nebe, lê rastiyek heye ew welat bi destêm hêzên navdewletî hatine parvekirin û perçekirin. Wan ev sînor danîne û gerek divê tekîliya em li ser sînoran re be.

 

Piştî du civînên bêencam ên di navbera MSD û hikûmeta Sûriyê de hêj hêvî mane bi Şamê re rêkeftinek çêbibe?


Erê dibe, ji bo demên pêş xebat têne meşandin. Em dikarin dîsa rêyekê bibînin û divê ew diyalog dîsa destpê bikin. Her çiqas pirsgirêk û zehmetiyên wê hebin jî, lê îro be, sibe be û saleke din be divê em rêyekê bibînin û ew diyalog pêşbikevin.

 

Niha projeyeke we heye bo demeke nêzîk hevdîtin çêbibin?

 

Divê tu vê ji MSDê bipirsî.

 

Nakokiyên hevdîtinên li Şamê çi bûn ku rêkeftin li ser çênebûn?

 

Civîna destpêkê jixwe ne ya guftûgoyên bo çarseriyê bû. Ev ji bo wê yekê bû ku ka em dest pê bikin an nekin. Di civîna duyem de jî hinek mijar hatin rojevê. Nûnerên MSDê projeyên xwe birin dan wan û wan ji nêrînên xwe anîn ziman ku ev hevdîtin careke din pêk were. Li gorî me fêm kiriye rejîm hêj nafikire li ser destûreke nû bixebite û dixwaze rewş wek berî 2011an bixe di destê xwe de. Lê ji bo hinek nêzîk Kurdan bibim, behsa hinek mafên biçûk dikin. Heta niha jî negihîştiye we asta ku bibêjin divê em destûrê biguherînin, gerek em sîstema Sûriyê biguherînin û gerek em guhertinên cidî bikin. Ew hêj nawêrin van gavan bavêj in û dixwaze li gorî rewşa heyî hinek tiştan bike.

 

Başe niha ofîsên ENKSê li seranerê Rojavayê Kurdistanê girtî ne. Çima hûn gavan ber bi aliyên din, partiyên din ên Kurdî ve naavêjin, weke ku hûn gavan ber bi Ereb û Suryaniyan ve diavêjin?

 

52, bi rastî min nizanîbû, eger 52 navend bin baş e. Tiştên ez dizanim derî li pêşiya wan ne girtî ye û a niha jî dikarin bên boruyên xwe vekin, serlêdanên fermî bikin, yanî di hemû welatên demokratîk de ev heye, dema yek bixwaze boruya xwe, navenda xwe veke, serlêdana aliyên pêwendîdar dike û agahî dide, ku wa navenda min li filan derê ye, berpiryarê wê ev e, ruxseta wê distîne û diçe navenda xwe vedike. Kesekî ew rê li pêşiya wan negirtiye. A niha hûn weke teelvîzyon, boruya we navenda we li vir heye, we çikir, we çû serlêdana meclîsa ragihandinê kir û we ruxseta xwe girt û ..

 

Em dezgeheke ragihandinê ne, çima mafê wan tine ye ku karê siyasî bikin weke aliyên din ên Kurdî, pêwîst nake ruxsetê werbigrin, weke ku ew dibêji?

 

Mafê wan heye, wa PYDê jî ruxseta xwe çêkiriye, li gel komîteya partiyan. Yanî ruxset çî ye, karê wê bi bername û rêziknameya partiyan ve tine ye, tenê dibêje ez partiyek im, navenda min li filan derê ye, li filan bajarî ye, boruyên min li filan dever û filan deverê ne û ez dixwazim dest bi xebatên xwe bikim. Bernameya xwe teslîm dike û komîte jê re îmze dike û parastina wê dike, xebateke wê, kongreyeke wê, civîneke wê, meşeke wê û çalakiyeke wê eger çêbû, asayiş û aliyên pêwendîdar diçin diparêzin, xwedî lê derdikevin. Ew neçûne serlêdan nekirine, a niha bila sibe biçin serlêdanê bikin, eger ruxset nedane wan, wê demê em jî dikarin li kêleka wan biekinin û li dijî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêjin, çima hûn (ruxset) nadin. Lê tiştê ku ez dizanim wan serlêdan nekiriye.

 

Eger ew serlêdanê bikin, hûn dê ruxetê bidin?

 

Bêguman ne ez didim, komîte dide û rêveberiya vir. Rêveberî jî li gor me pir caran jin wan re jî gotine, gotine werin serlêdan bikin heta em dê ji we re hinekî alîkar bin jî ji bo rewşa we, tenê serlêdan bikin.

 

Baş e, her li ser vê babetê hinek rexne ji we tên girtin, çend caran hinek endamên DAIŞê serbest hatin berdan, ketin ber lêborîna giştî yan jî bi hinek awayan hatin berdan. Lê heya niha hinek endamên ENKSê girtî ne, ew rexne li we tê kirin, çima hûn wan erbet bernadin?

 

em dikarin ji dadgehê ji edaletê bipirsin, ka mijarên wan, doyeyên wan, hikmên wan gihîştiye ku, a niha kesê ku di dadgehê de be, bêguman bi neçarî divê biryareke dadgehê ji wan re derkeve. Bi rastî aghiyên min li er tine ye, yek e, du ne, deh in, li gor agahiyên min hejmarek wisa zêde tine ye, weke ku di ragihandinê de tê gotin, îhtîmal heye ku yek hebe, yên ku bi nav ENKS ne, sedema ku pê hatine girtin, ne ji ber ENKSê ye, tawanên din in, tawanbariyên din hene û ew jî girêdayî dadgehê ne. Weke mînak dikarin di dadgehê de parêzerê xwe bigrin, dikarin herin serlêdanadadgehê bikin, ka doza wan dimeşe yan nemeşe, hikmê wan hatiye dan an nehatiye dan. di wan aliyan de ew mijareke dadwerî ye û divê biryar li wir bê dan, ne mijareke siyasî ye.

 

We çi şaşîtî kir, ku we Efrîn ji dest da?Gelo hûn ketin bin fişarekê û zextek li we hate kirin an jî heabê we ji hev derneket?

 

Ji şaşîtiyê bêtir, dijmineke weke Tirkiye ku endamekê NATO bû, bi ewqasî hêz dema ku were ser bajareke weke Efrînê, dibe meseleya quwet û hêzê. Teyare ne, şer e, di nava şer de divê tu wê heab bikî ku du teref (alî) li hev dixin. Terefek êrîş dike û derfet û îmkanên wê yên leşkerî jî pir hene, dibe ku wê demê terefek biserdikeve û tê wê deverê digire û terefek din jî di hundir de li ber xwe dide. Hesabê ku dihate kirin, eger tu ji pissporan bipirsî, her kesî digot, ne mumkin e ku hûn karibin deh rojan li ber xwe bidin, hea hinekan ji min bi xwe re gotin, hinek welatan digotin, gelo ma hûn dikarin 3 rojan li ber xwe bidin.


Ew kîj welat bûn?

 

Hinek welatên dost in, ku wan jî dixwest fêm bikin ka rewş çî ye li Efrînê. Weke mînak dema ku êrîşa er Efrînê dest pê kir, ez bi xwe li Franayê bûm, digotin hûn dikarin 3 rojan li ber xwe bidin. Lê me ne 3 rojan, me 58 rojan li ber xwe da. 58 rojan tu li ber xwe bidî, ew ne tiştekî hindik e, zêdetirî 1500 şehîd dan. Milletê me heta deqeya dawî jî ji bajarê xwe derneket. Hemû amadekarî ji aliyê derman ve, ji aliyê locestîk ve ji aliyê avê ve, ji aliyê xwarinê ve hemû tişt hatibû amadekirin. Heta kêliya dawî jî hemû tişt hebû. Lê di aliyê leşkerî de hêz mezin bû, wek mînak 32 teyareyên keşfê bi awayekê berdewam li emanê Efrînê digeriyan. Ji bilî yên lêdanê û ewana 24 demjimêran lêdidan. Dema kêliyên dawî ku şervanan dîtin ku det bi lêdana bajêr û millet kirin, li nexweûxaneyê dan, li navenda bajêr dan, li mala dan, wê demê fêm kirin,  ku êdî çi qasî jî dirêj bike, ji ber ku hatin derdora bajêr û derdora bajêr teng bû, wê demê dê millet gelek bêne kuştin û dê gelek qurbanî dê bêne dan. Şervan eger bi tena xwe bana, eger wisa dîtibana ku tenê windayî dê ji wan bin, wê demê belke heta dawî heta şervanek jî heba, berxwedana xwe dirêj kiribana, biryardariya wan ew bû. Lê dema ku teyareyên tirkan bera xwe dan nexweşxane û millet, wê demê fêm kirin, ku êdî hovîtiya tirkan gihîştiye astekê ku gavan paşde naavêje.

 

Trikiye xwedî duyem hêz e di NATOyê de û xwedî pêncem artêş di cîhanê de ye, lê ji nişkê ve hûn vekişiyan, gelo rêkevtineke navdewletî çêbû yan tiştên din hebûn?

 

Na na, ew mijar ti rêkevtin û tişteke wisa tinebû. Tenê mijareke meydanî bû, mijareke leşkerî bû, girêdayî fermandarên leşkerî û hêza li ser erdê ya li wê derê û rewşa gel bû, weke ku min got. Ew ne ji nişkê ve bû, şervanan dixwestin heta dawiyê li ber xwe bidin, lê eger mirov di nava şer de be, mirov nikare hinek tiştan wateyan bidê û nas bike, ew tiştên ku di şer de çêbibin, ew guhertin girêdayî wê deqeyê ne, wê kêliya ku şer têde tê meşandin. Ne mijareke ssiyasî û îtîfaqan bû.

 

Hûn pêşbînî dikin, senariyuya Efrînê li dereke din jî dubare bibe, li Rojava?

 

Weke Efrînê zehmet e, ji ber ku rewşa deverên din cudahiyên wan ji Efrînê hene, lê dê zext bêne kirin û hewldanên nêzîkî ya Efrînê, le ne weke ya Efrînê, hebin û wan hewldanan dê bixwazin ku bikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.36 seconds