Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KURDISTAN - 100 polîs ji kar hatin dûrxistin

Ji aliyê RÛDAW 6-12-2018
Rûdaw

Soran (Rûdaw) – Bi fermana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 100 polîs ji kar hatin dûrxistin. Derbaskirina koçberan bi qaçaxî ji sînorê Mêrgesorê ve bo navçeya Şemzînanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, weke sedema dûrxistina wan polîsan hatiye ragihandin.

 

Li gorî agahiyan, piştî ku îsbat bû wan polîsan di derbaskirina qaçax a koçberên Sûrî, Ereb û yên Rojavayê Kurdistanê de û li hember wergirtina pere dest hebûne, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryara dûrxistina wan daye. Wan polîsan li hember wergirtina pere, koçberên Sûrî, Ereb û yên Rojavayê Kurdistanê ji xalên kontrolê yên hêzên ewlekariyê derbas kirine û birine sînorê navçeya Mêrgesorê û ji wê derê jî derbasî sînorê navçeya Şemzînanê li Bakurê Kurdistanê kirine.

 

Berdevkê Polîsê Soranê, Seidûn Hawdiyanî di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Madeya 45 bi ser wan polîsan de hatiye sepandin ku karê wan li dijî berjewendiya giştî bûye û qaçaxçîtî bi mirovan kirine, lemwa wezaretê bi rêya komîteyekê biryara dûrxistina wan derxist.”

 

Yek ji wan polîsên jikardûrxistî yê bi navê Aram Îbrahîm ji Rûdawê re axivî û got: “Min ji sala 2015ê ve ew kar kiriye û kesê negotiye ku neyasayî ye, heta sala 2017ê ku wê demê gotin û min jî dest jê berda, lê belê niha biryar bi ser min de hatiye sepandin û ez ji kar hatime dûrxistin.”

 

Hemû ew polîsên ku bi tometa bazirganîkirina bi mirovan ji karê xwe hatine dûrxistin, îtîraf bi wê yekê kirine, ku Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê û Erebên Sûrî derbasî navçeya Soranê kirine.

 

Sadiq Mihemed yekî din ji wan polîsên dûrxistî ye. Ew ji Rûdawê re dibêje: “Min piştî karê xwe (polîsî) karê taksiyê kir û min ji Wertê jinek û du zarok derbasî Soranê kirin . Li xala kontrolê ya Wertê, Asayişê ez girtin, ji ber ku ew kesên bi min re Sûrî bûn û dixwestin ji Raniyeyê vex we bigihînin sînorê Mêrgesorê.”

 

Ew dema 4 salan e, di rêyên çiyayî yên Soranê de, ku ji Soranê ve diçin Bakurê Kurdistanê, bi awayekê berdewam xelk bi qaçaxî bo sînorê navçeya Şemzînan a Bakurê Kurdistanê tên veguhastin.

 

Sala bihorî jî her di dema derbasbûna hejmarek ji koçberan de bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, neh koçber di rê de canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê Duh vî demî 11:44 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.234 seconds