Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Recoya Efrînê komên çekdar berhemên zeytûnan talan dikin

Ji aliyê Hisên Omer 6-12-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Raco ya herêma Efrînê, grûpên çekdar bi hezaran darên zeytûnan daweşandine û berhemên wan talan kirine.

 

Çavkaniyeke taybet ji devera Raco ji Rûdawê re da zanîn ku nîvê darên deşta di navbera Memala, Maseka û Raco de li ser destê çekdaran hatine talankirin.

 

Li gorî heman çavkaniyê, erzanbûna nirxê zeytê û bacên zorane, zerareke mezin gihandine cotyarên herêmê.

 

Ji deşta Memala, Maseka û Racoyê dîmenên taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin, ku li gorî çavkaniyeke taybet bi Rûdawê ji devera Raco, nîvê darên wê deştê li ser destê grûpên çekdar hatine daweşandin û talankirin. Heman çavkaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa xirab a devera Raco kir.

 

Tenekeya Zeytê li herêma Efrînê bi 11 hezarên Sûrî tê kirin. Li deverên li jêr destê hikûmeta Sûriyê bi bêhtirî 30 hezar lîreyên Sûrî tê firotin.

 

Li devera Raco bi hezaran darên cotyaran ji aliyê grûpên çekdar ve tên daweşandin û berhemên wan tên talankirin.

 

Baca Encûmenên Xwecihî û baca zorane ya grûpên çekdaran tevahiya dahata cotyaran talan dike.

 

Di civînekê de giliyên xelkê Efrînê derbarê talankirinê de ji Serkirdeyê Hevpeymaniya Opozisyonê Corc Sebra û fermandarekî Artêşa Azad General Ehmed Rehal re tên pêşkêşkirin.

 

Corc Sebra berpirsiyariyê dixe stûyê hevpeymanî û hikûmeta demkî  û dibêje: "Em wekî takekes bi êş û azara Efrînê hest dikin, divê ev kampaniyên vê dawiyê ji bo rêgiriyê li diz, binpêker û çeteyan ku gendeliyê  li hemû deverê dikin bigihêjin encamên erênî. Lê li ser asta aborî, divê Îtîlaf û hikûmeta demkî bersivê bidin. Ji ber ku ew in saziyên li ser erdê û ev erk bi wan hatiye hilpesardin, bi taybet ku ne pirsgirêka takekesî ye, pirsgirêka civakekê bi temamî ye, pirsgirêka tevahiya herêmê li Efrînê ye.”

 

Her çi rermandarê Artêşa Azad Ehmed Rehal e, tiliya xwe ber ve Encûmenên Xwecihî dirêj dike û dibêje: “Tawanek li dijî cotyarên herêmê tê kirin, ew jî fermanên Encûmenên Xwecihî ne ku %15 bac li ser cotyaran ferz kirine. Bi çi mafî hûn %15 ji cotyaran dibin ? Dema ku dewlet bacê ji xelkê dibe xizmetguzariyan pêşkêş dike. Tu bacê bibî divê tu xizmetguzariyan pêşkêş bikî, ma tu çi welatiyan re dikî heta ku tu bacê ji wan bibî?”

 

Di tomareke dengî de, ku ji bajarokê Raco ji  Rûdawê re hatiye şandin, welatiyek dibêje ku tevahiya talankirina li devera Raco çêdibe bi hevbeşiya Fadil Horo, ku piştî regeznameya Tirkiyê wergirtiye, navê xwe kiriye Fadil Qerebêg, tê kirin. Di pêwendiyeke telefonî ya li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de, serokê Encûmena Xwecihî ya Raco ew tohmet red kir.

Şîrove

 
Renas | 7-12-2018
Komê keran Kurdistan talandikin û serokê Kurda serê xwe xistine....
1922 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| 18-2-2019 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.515 seconds