Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Berpirsê Medyaya Goranê: Xelatkirina Rûdawê ji bo Kurdan şanazî ye

Ji aliyê RÛDAW 6-12-2018
Berpirsê Medyaya Goranê dibêje, ew hêvî dike ku kanaên din ên weke Rûdawê zêdetir hewl bidin.

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Medyaya Tevgera Goranê, Ebdulrezaq Şerîf ragihand, “pêşkêşkirina xelata Ricardo Ortega ji aliyê Netewên Yekgirtî ve bo Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bo Kurd û civaka Kurdî û Herêma Kurdistanê giring e, destkevteke manewî ye û ew hêvî dikin ku Rûdaw zêdetir ber bi pêş ve biçe.”

 

Ebdulrezaq Şerîf beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û di derbarê xelatkirina Tora Medyayî ya Rûdawê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve axivî.

 

Ebdulrezaq Şerîf got: “Ez pîrozbahiyê li Rûdawê û karmendên wê û tîma Rûdawê li Amerîka û Netewên Yekgirtî dikim.”

 

Berpirsê Medyaya Goranê ragihand: “Rûdaw weke payeyekê di nava warê rewşenbîrî û serxana civaka Kurdî de cihê xwe vekiriye. Em dikarin bêjin dayîna vê xelatê, him ji bo Kurd û him jî ji bo serxana civaka Kurdî û Herêma Kurdistanê bi taybetî giring e. Destkevteke manewî ye û em hêvî dikin ku Rûdawê zêdetir pêşve biçe.”

 

Bi gotina wî berpirsê Goranê, “Rûdaw xwediyê komek ji karmendên zîrek û çalak û xortên xwedî hêz e ku westiyanê nas nakin. Em destxweşiyê li wan dikin, hêvî jî dikin ku kanalên din ên ragihandinê û saziyên din ên rojnamevanî bi heman şêweya Rûdawê bêne piştevanîkirin, bibin beşek ji wê serxanê û bandora wan hebe. Bi rastî cihê destxweşiyê û cihê şanazîpêkirinê ye.”

 

Derbarê bandora dayîna Xelata Ricardo Ortega a Netewên Yekgirtî bi Rûdawê li ser medyaya Kurdî, Ebdulrezaq Şerîf da xuyakirin: “Renge bandora manewiya wê zêdetir be, bibe sedema wê yekê ku kanalên din jî zêdetir hewl bidin. Her dem ew xelat bêhtir tiştên manewî ne ji bo rikeberî û pêşveçûnê, lê belê weke tişteke manewî him bo Rûdawê û him jî ji bo karê rojnamevaniyê û him jî ji bo civaka Kurdî gelek giring e.”

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê Duh vî demî 11:44 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.422 seconds