Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Li Serê Kaniyê milyonek û 200 hezar dolar hat dizîn

Ji aliyê RÛDAW 6-12-2018
Rûdaw

Serê Kaniyê (Rûdaw) - Milyonek û 200 hezar dolar di çend demjimêran de ji xelkê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hat dizîn.

 

Xwediyên nivîsîngehên diravguherînê yên li bajarê Serêkaniyê dibêjin ku milyonek û 200 hezar dolar hatiye dizîn û li cem Asayişê jî bi awayekî yasayî doz vekirine û herwiha lêkolînê jî destpê kiriye.

 

Xwediyê nivîsîngeheke diravguherînê Şêxmûs Memo ji Rûdawê re diyar kir ku tenê ji wî 178 hezar dolar hatiye dizîn.

 

Îmad Hemewî berî nêzîkî 4 salan ji Humsê hatiye Cizîrê û niha bi tenê ji wî bajarî milyonek û 200 hezar dolar biriye.

 

Welîd Ehmo ku ew jî cihê xwe di nav bazara Serê Kaniyê de digire, dibêje, ziyaneke gelekî mezin gihiştiye xelkê vî bajarî.

 

Xwediyê nivîsîngeha diravguherînê Welîd Ehmo diyar dike ku divê ji bo xweparastina nivîsingehên diravguherînê ji hevdu re alîkar bin.

 

Şêrzad Hiso ku ew jî xwediyê nivîsîngeha diravguherînê ye dibêje ku wî bi qasî 30 hezar dolar dabû vî koçberê Humsî li ser wê bingehê ku piştî saet û nîvekê dolaran ji wî bîne, lê heya niha telefona Hemewî girtî ye.

 

Hiso ji Rûdawê re eşkere kir, kesê ku dolarên wan dizî kiriye, her roj di dema xwe de pereyên nivîsingehan dianî û dida xwediyên wan û bi vî awayî baweriya xwediyên nivîsingehan çêbûye, lê herî dawî pereyên xwediyên nivîsingehan wergirt, daku dolaran bîne, lê niha ew nikarin xwe bigihînin wî.

 

Asayişa Serê Kaniyê niha li koçberê Humsî yê bi navê Îmad Mihemed Hemewî digere, Berdevkê Asayişê dibêje, divê bazirgan bi belgeyên îmzekirî karên xwe bikin, daku malên wan parastî be.

 

Berdevkê Asayişa Serê Kaniyê Rêber Biro diyar kir ku hinek xwendiyên nivîsingehan bi wî kesê ku pereyên wan dizî kiriye, bawer nedikir, lê hinek kesan jî bêyî ku belgeyeke nivîskî werbigrin, gelek pere didan wî.

 

Li gor zaniyariyên Rûdawê, hinek malbatên ji Serê Kaniyê ku ji ber 4-5 salan çûne Tirkiye û ji wê demê heya niha tevahiya endamên malbatê karê destan dikin, heya ku ji xwe re hinek dolar kom kirine û şandine nav bajarê xwe daku karek ji wan re bê kirin.

 

Êdî koçberek ku ji şer reviyabû, bi dehan kes xapandin û di şev û rojekê de, dest danî ser keda evqas kesan ku evqas sal ji bo komkirina van dolaran kar kirine.

 

Êdî xelkê vê deverê nema baweriya wan di dolaran jî tê, ji ber ku xwediyên dolaran dikevin xefk û dafikên sextekaran.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê Duh vî demî 11:44 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.328 seconds