Hewlêr (Rûdaw) – Pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê pêk anîne, roja sêşemê cara sêyem civiyan.
Li gor gotina berpirsê pênc partiyên sereke, di civînê de biryar li ser destpêkirina karê hevbeş ê di navbera wan partiyan de hat dayîn, herwiha li ser danîna bernameya kar û mezinkirina Navenda Hevkariya Hevbeş bi beşdariya partiyên din li hev kirine.
Pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku ev navend bingeha pêkanîna bereya Kurdistanî ye. Beşdarbûyiyekî civînê ragihand ku biryar dane, rê li hemû partiyan û PJAKê vekin daku bibin endama navendê.
Meha bihorî pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê civîn pêk anîbûn û biryar dabûn ku Navenda Hevkariya Hevbeş damezrînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse