Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, ragihand ku Tirkiye û Îran li Sûriyê hiqûqa navdewletî binpê dikin û got: “Divê Enqere şer li şer zêde neke.”
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, operasyona Tirkiyê ya bi nave “Çiqlê Zeytûnê” bo ser Efrînê rexne kir.
Le Drian, da zanîn ku “Divê Enqere şer li şer zêde neke” û wiha axifî: “Li Sûriyê hiqûqa navdewletî ji aliyê Tirkiye, rêveberiya Şamê û Îranê ve ku êrîşî Gutaya Rojhilat û Idlibê dikin hatiye binpêkirin.”
Li ser pirsa gelo we ji Tirkiyê xwestiye kleşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne? Wezîrê Derve yê Fransayê wiha bersiv da: “Herkesê ku pêwist nake li Sûriyê bin, milîsên Îranê û Hizbullah jî di nav de, divê vekişin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse