Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Heyder Ebadî li Silêmaniyê serdana Celal Talebanî kir

Ji aliyê RÛDAW 7-3-2017
Serokwezîrê Iraqê îro danê êvarî gihîşt Silêmaniyê.
Serokwezîrê Iraqê îro danê êvarî gihîşt Silêmaniyê.

Silêmanî (Rûdaw) – Piştî serdana bo Hewlêrê û hevdîtina wî ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana bajarê Silêmaniyê kir.

 

Ebadî piştî serdana xwe ya bo Hewlêrê, ber bi bajarê Silêmaniyê ve kete rê û danê êvarî gihîşt vî bajêrî. Ebadî li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji aliyê berpirsên parêzgehê û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin.

 

Piştre Serokwezîrê Iraqê bo dîtina Serokomarê Berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Celal Talebanî serdana mala wî li Debaşanê kir.

 

Herwiha li gorî zanyariyên Rûdawê, biryar e Heyder Ebadî beşdariyê di pêncemîn Dîdara Silêmaniyê ya li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê de bike.

 

Dîdara Silêmaniyê dê sibe roja çarşemî 8ê Adara 2017ê dest pê bike.

 

Heyder Ebadî îro sêşemî 7ê Adara 2017ê bo serdankirina hêzên Iraqê yên ku di operasyona kontrolkirina Mûsilê de beşdar in, serdana Mûsilê kir û bi fermandeyên leşkerî re civiya.

 

Piştî serdana xwe ya bo Mûsilê, Ebadî serdana Herêma Kurdistanê kir û bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Kurdistanê.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

 

Piştî merasîma pêşwaziyê, Barzanî û Ebadî li Hewlêrê bi hev re civiyan û derbarê mijarên pêwendîdar bi her du aliyan de gotûbêj kirin.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-08-13 7:20:09 PM
Di bin vê serlêdanê de,ne bes behsa pariztinên Sînorên Welatên hev ji Terorîstan ku biparizin tên ba hev.Sînor û Terorîst,di bin sçîya kontrola wan...
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê dike
| 13-8-2017 | (1)
Melih Erdinc | 2017-08-13 11:01:56 AM
Goran gora xwe dikole
Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
| 13-8-2017 | (1)
Ali Baran | 2017-08-13 8:48:50 AM
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye,...
Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê
| 12-8-2017 | (1)
osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
0.359 seconds