Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku avahiya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê mezin dikin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku çêkirina avahiya konsulxaneya nû, dane kompanyaya “BL Harbert International”.
Herwiha wezaretê amaje bi yekê kiriye, ku konsulxane ji çend beşan pêk tê; avahiya erkên dîplomasiyê, cihê hêzên deryayî yên Amerîkayê (Marines) û cihê mayîn û pêwîstiyên dîplomatan.
Ji sala 1999an ve ofîsa çêkirina avahiyên derve ya Wezareta Derve ya Amerîkayê 137 avahiyên dîplomasiyê temam kirine. Herwiha dîzaynên 48 projeyên din jî hatine çêkirin û hin ji wan niha têne avakirin.
Amerîka di sala 2011an de li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, konsulxaneya xwe ya giştî vekir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse