EFRÎN - Nasnameya Kurdên Êzidî di metirsiyê de ye

07-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Heleb Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê û li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurtdistanê, berî  şerê Sûriyê derdora 50 hezar Kurdên Êzidî hebûn.  Piraniya Kurdên Êzidî yên ku nişteciyên bajarê Helebê bûn, bi xwe ji herêma Efrînê berê xwe dabûn wî bajarê Sûriyê.

 

Berî şerê Sûriyê, li Helebê û herêma Efrîna Rojvayê Kurdistanê derdora 50 hezar Kurdên Êzidî hebûn. Kurdên Êzidî li her du bajarên Heleb û Efrînê û bajarokê Cindirêsê niştecî bûn. Herwiha ew li 26 gundên herêma Efrînê jî niştecîbûn.


Niha bêhtirî %50 ji Kurdên Êzidî koçber û penaber bûne. Li gorî lêkoler û çalakvanên Êzidî, êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê li ser Efrînê, hebûna Kurdên Êzidî wekî pêkhateyeke resen li herêmê xistiye jêr metirsiyê de.


Li Helebê, Êzêdî li taxên Siryana Kevn, Siryana Nû, Eşrefiyê û Şêx Meqsûd niştecî ne û li herêma Efrînê, jî li bajarê Efrînê û bajarokê Cindirêsê niştecî ne. Ji bilî Efrîn û Cindirêsê, Kurdên Êzîdî li 26 gundên Herêma Çiyayê Kurmênc li devera Şikaka, li Qestel Cindo, Bafelûn, Sînka, Qitmê û Elqîno niştecih in. Li Deşta Cûmê, li Feqîra, Keferzîtê, Qujûma, Qîlê, Aşkê Şerqî , Miskê , Îska, Ziyareta Evdilrehmên û Çeqela niştecih in. Herwiha li Çiyayê Lêlûn û Semanê, li Qîbarê, Basûfanê, Tirindê, Kîmarê, Eyndarê û Xezêwiyê niştecî ne. Her li devera Çiyayê Lêlûn, li Gundê Mezin, Birca Evdêl,  Birc Heyderê, Şadêrê û Beiyê niştecî ne.


Piraniya nişteciyên gundên Qestel Cindo, Birc Heyderê û Qîbarê Kurdên Êzîdî ne. Berê nişteciyên her yek ji Keferzîtê, Kilotê, Birc Heyderê û Gundê Mezin  Xurû Kurdên Êzidî bûn.


 Li gorî çavkaniyên Kurdên Êzidî, ji dema destpêkirina şerê Sûriyê ve, roj bi roj hejmara Kurdên Êzidî li Helebê û Efrînê kêm bûye û nihê, zêdetrî %50 ji wan ji cihên xwe koçber û penaber bûne.


Êrişa Artêşa Tirkiyê û çekdarên Îslamî yên girêdeyê wê bo ser Efrînê,  bihtirî %60 ji Kurdên Êzîdî yên ku li Herêmê mabûn koçber û derbider kirine û nasnameya wan wekî pêkhateyeke Kurd a resen xistiye jê metirsiyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst