Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Seidî Pîre: Emê agahdariya dawîn bidin Goran û Komelê

Ji aliyê RÛDAW 7-9-2017
Seidî Pîre
Seidî Pîre

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Seidî Pîre ragihand: “Li gel Goran û Komela Îslamî emê bicivin û peyama serkirdayetiya YNKê emê ji wan re bigihînin.” û diyar kir: “Em bi kirdarî tevlî pêvajoya giştpirsiyê bûne û di rojên dahatû de propagandayên me dê germtir bibin.”

 

Seidî Pîre ji Rûdawê re ragihand: “Sibe roja înê 8ê Îlona 2017an li gel Tevgera Goran û Komela Îslamî emê bicivin da ku cara dawîn wan agahdar bikin ku me biryar daye ku parlemento were aktîvkirin û ji bo me baş e ku ew du alî jî beşdar bin û emê li ser çawaniya aktîvkirina Parlementoya Kurdistanê gotûbêj bikin.”

 

Îro Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiya û piştî civînê daxuyaniyek hate belavkirin û têde hatiye aşkerekirin, ku pêwîst e Parlementoya Kurdistanê di demeke nêzîk de were aktîvkirin.

 

Berdevkê YNKê diyar kir: “Di civînê de ji bo aktîvkirina parlementoyê dengekî jî nerazî tine bû.”

 

Li ser civîna li gel PDKê ku di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ji bo nexşerêya YNKê û giştpirsiyê, şandeke ji YNKê dê bi PDKê re bicive, Seidî Pîre diyar kir: “Wisa xuya ye, roja şemiya dahatû, emê li gel PDKê bicivin.”

 

Herwiha li ser pirsa "Gelo YNK çi wext bi germî dest bi propagandaya referandumê bike?" Seidî Pîre got: “Em di rojên derbasbûyî de bi tomarkirina navê YNKê li komîsyonê ji bo pêvajoya giştpirsiyê, bi kirdarî dest pê kiriye. Li televîzyon û rojnameya fermî ya YNKê, her roj bi diruşm û datayan behsa giştpirsiyê dikin. Çendîn car li gel parlementeran me civîn pêk anîne û li gel kadroyên peywendiyan jî, ji roja şemiyê ve li Hewlêr û bajarên din ên Kurdistanê ewê civîn werin kirin.”

 

Berdevkê YNKê Seidî Pîre herwiha got: “Em partiyeke mezin in û ji bo germkirina propagandaya hilbijartinê dikarin di rojekê de li 100 cihan dest bi propagandayê bikin. Di rojên dahatû de emê germtir bibin.” 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.656 seconds