Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

YNKê li ser referandumê biryara xwe da

Ji aliyê RÛDAW 7-9-2017
Encumena Serkirdatiya YNKê îro li Silêmaniyê civiya.
Encumena Serkirdatiya YNKê îro li Silêmaniyê civiya.

Silêmanî (Rûdaw) – Civîna Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi dawî hat û di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin, ku derbarê aktîvkirina parlamentoyê û referandumê de, YNKê biryara xwe daye.

 

Îro pêncşembî 9ê Îlona 2017ê bi serpireştiya Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Eesûl Elî, civîna asayî ya Encumena Serkirdatiya YNKê li baregeha polîtboruya wê partiyê li bajarê Silêmaniyê hat encamdan.

 

Piştî bi dawî hatina civînê, daxuyaniyekee nivîskî hat belavkirin, ku têde tê gotin, ku YNKê derbarê referanduma serxwebûnê û aktîvkirina parlamentoyê de biryara xwe daye.

 

Encumena Serkirdatiya YNKê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di civînekê de, bi rihekî tijî ji hestê berpirsatiyê, gotûbêjên dostane û tijî û hûr li ser mijarên çarenivîssazên weke; referandum, çawaniya çalakkirina parlamentoyê, giriftên deverên arîşedar, amajeyên pozetîv û negative ên cîhanî û herêmê û nava Iraqê li ser referandumê, berdewamîdana bi danûstandinên li gel hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî hatin kirin.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, ku di dawiya civînê de biryar li ser her du mijarên aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê û referanduma serxwebûnê hat dan.

 

Derbarê wan biryarên ku YNKê îro dane, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

 

“Yekem: Parlamentoya Kurdistanê li ser hin bingehên yasayî û aborî û siyasî yên pêwsît, bi zûtirîn dem were aktîvkirin.

 

Duyem: Şandeke YNKê, peyama Encumena Serkirdatiyê bo çawaniya aktîvkirina parlamentoyê di van du rojan de digihîne Tevgera Goranê û Komela Îslamî. Şandeke YNKê jî bo gotûbêja li gel PDKê li ser nexşerêya YNKê û referandumê, heman bingehê ji PDKê û aliyên din re dê zelal bike.”

 

Peyamnêrê Rûdawê li cihê civînê, Saman Beşaretî pêştir piştî bi dawî hatina civînê ragihandibû: “Li gorî zanyariyan, YNKê biryar daye, ku parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan were aktîvkirin.”

 

Saman Beşaretî herwiha dabû xuyakirin: “YNKê herwiha biryar daye ku kempîna propagandaya ji bo referandumê jî ji heftiya bihê ve dest pê bike.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.625 seconds